23:21 19 Hezîran 2018
PKK-Qendil

“Heşda êzidî û PKK dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin”

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Malpera rojnameya El-Quds El-Erebî ragihand, çavkaniyeke ji “Heşda Êzidî” diyar kiriye ku "Heşdî Êzidî" û PKKê dê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û hikûmeta Iraqê piştgiriya wan herdû hêzan dike.

Navenda Nûçeyan — El-Quds El-Erebî diyar dike ku hêzên "Heşdî Êzidî" û PKK desthilat û kontrola beşekî ji navçeya Şingalê dike ku pêşmerge jî kontrola beşê din ê navçeyê dikin.

Herwiha ew çavkaniya ku navê wê nehatiye diyarkirin, ji rojnameyê de teqez dike ku hikûmeta iraqî li dijî beşdarbûna wan di operasyona Mûsilê de dernakeve û wiha dewam dike: "Bi hezaran şervanên me hene ku me ew perwerde kirine û bi hezaran dolaran li ser perwerdekirin û arastina wan xerç kirine ta ku em beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibin û nasname û ewlehiya bajarî piştî rizgarkirinê biparêzin".

Ji aliyê din ve, heman çavkanî dibêje ku hinek hêzên nadewletî û derveyî hene ku dixwazin bajarî kontrol bikin û wiha pê de çû: "Em vî tiştî qet napejirînin û em ê li dijî wî şer jî bikin. Herwiha hebûna leşkerên Tirkiyeyê li derdora Mûsilê, binpêkirina serweriya axa Iraqê û dagirkerî ye ku qet ne kêmî dagrikeriya DAIŞê ye".

Çavkaniyê got ku hêzên wan û yên PKKê pisporên şerê kolanan in û wek wan çawa Şingal azad kir, ew dikarin Mûsilê jî rizgar bikin.

Bi heman mijarî:

YBŞ nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir
YBŞ êrişa terorîstan şkand: 17 terorîst hatin kuştin
YBŞ: PDKê nahêle çek werin destên me
HPG û YBŞ: Li Şengalê 21 terorîst hatin kuştin!
Hêzên YBŞ/YJŞê li Şengalê operasyon dan destpêkirin
HPG û YBŞ: 5 hezar şervanên me wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
YBŞ: ‘PDK rêya Şengal-Rojava digire'
Etîketan:
operasyona Mûsilê, pêşmerge, Heşda Êzidî, PKK, Şingal, Tirkiye, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de