08:42 19 Sibat 2018
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Selahattin Demirtaş serdana Kurdistanê dike

    © AFP 2018/ OZAN KÖSE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDP'ê Selattatin Demirtaş dê biçe Hewlêrê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bike.

    Amed — Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahattin Demirtaş dê bi şandeyeke mezin a partiya xwe re serdana Herêma Kurdistanê bike.

    Li gorî agahiyan Demirtaş û şandeya pê re bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Di bernameya Demirtaş de hevdîtina bi rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê re jî heye.

    Li gorî agahiyan di nava şandeyê de Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr jî heye. Kesên di şandeyê de cih digrin zêdetir ji parlamenterên kurdîzan pêk tên.

    Li gorî agahiyan amanca şandeyê xweşkirina têkiliyên HDPê bi partiyên Kurdistanê re ye. Di serdana şandeya HDP'ê de hevdîtina bi hin sazî û dezgehên sivîl re jî heye.

    Di van hevdîtinan de tê çaverêkirin ku pirsgirêk û nakokiyên di navbera partiyên kurdan de jî bêne axaftin û riyên çareserkirina van pirsgirêkan jî bên nîqaşkirin.

    Şandeya HDP'ê dê heftiyek li Kurdistanê bimîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş wekaleta xwe ya qurbanê da Komeleya Rojava
    Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
    Demirtaş bersiva Binali Yildirim da: Em ê çawa biçin an jî neçin, ne karê serokwezîr e
    Demirtaş bi nûnerên YEyê re hevdîtin kir
    Etîketan:
    PDK, YNK, HDP, serdan, Osman Baydemir, mesud barzanî, Selahadin Demirtaş, Kurdistan, aMED
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de