17:57 13 Kanûn 2017
Zindî
    YNK û Goran

    YNK û Goran li parlementoya Iraqê bûn yek

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Parlamentoya Iraqê herdu komên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bûn yek.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku parlamenterên YNK û Goranê yên Parlamentoya Iraqê, li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî serdana wî kir.

    Li gorî agahiyên malpera Rûdawê, parlamenterê Goranê Mesûd Heyder ragihand, herdu komên YNK û Goranê yên li Parlamentoya Iraqê bi amadebûna Celal Talebanî bûn yek.

    Herwiha medyaya nêzîkî YNKê ragihand, Celal Talebanî ji hevgirtina partiya wî û Goranê kêfxweşî bûye.

    Ji aliyekî din ve, li gorî rêkeftina 17ê Gulanê ya di navbera herdu partiyên navborî de hatî îmzekirin, divê komên herdu partiyan li Paralmentoya Iraq û Herêma Kurdistanê hevgirtina xwe pêk bînin.

    Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Gorranê 17ê Gulanê li bajarê Silêmaniyê bi fermî rêkevtinek bi hev re îmza kiribû.

    Rêkeftina navbera YNKê û Goranê ji 25 madeyan û 6 beşan pêk tê.

     

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran di bin baniyekê de dicivin
    FLAŞ ÎDIA - PKK, YNK û Goran encûmeneke leşkerî ya hevbeş dadimezirînin
    YNK û Goran wê li parlamenê li gorî yek biryarê kar bikin
    YNK û GORAN: Mesûd Barzanî birayê me yê mezin e
    YNK û Goran: Em ji Iraqê cuda nabin
    ‘Îran dixwaze,Komel jî tevlî peymana YNK û Tevgera Goran bibe'
    Etîketan:
    Parlementoya Iraqê, Goran, YNK, Mesûd Heyder, Celal Talebanî, Iraq, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de