20:10 11 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Referandûma serxwebûnê ji partî û kesan girintir e

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê ji partî û kesan giringtir e û welatî jî li ser pirsa neteweyî hevbîr in.

    Navenda Nûçeyan — Barzanî di hevpeyvînekî bi rojnameya Le Monde ya Frensî re axivî û behsa operasyona Mûsilê, rewşa Iraqê û referandûma herêma Kurdistanê kir.

    Li ser pirsa, "Tu ji bo serxwebûna Kurdistanê daxwaza referandûmê dikî, gelo ma di nava krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê de ev yek dikare bê kirin?" Barzanî dibêje, "Referandûm mijareke giring e û ji rojeva partî û kesan giringtir e. Her çend pirsgirêkên navxweyî jî hene lê hemû hemwelatî li ser pêkanîna referandûmê hevbîr in. Em hewl didin pirsigirêkên navxweyî çareser bikin. Berî diyarkirina dema referandûmê em ê bi Iraqê re jî biaxivin."

    "JI BO MÛSILÊ, RÊKEFTIN ŞERT E"

    Serok Barzanî li ser mijara operasyona Mûsilê jî ji rojnameya Frensî re gotiye, "Ji bo me hemûyan Mûsil bajareke giring e. Hemahengiya me di vî warî de li gel hikûmeta Iraqê baş e û ji aliyê leşkerî û siyasî ve danûstandinên me hene. Rêkeftineke leşkerî jî çêbûye. Lê ji aliyê siyasî ve heta niha ti rêkeftin tine û bêyî rêkeftin jî şerê Mûsilê nayê kirin."

    PÊŞMERGE Û ARTÊŞA IRAQÊ, DÊ ROLA SEREKE BIGIRIN

    Herwiha Barzanî derbarê rêkeftina Bexda û Hewlêrê ya li ser plana leşkerî ya operasyona Mûsilê jî dibêje, "Dê pêşmerge û hêzên iraqî di wê operasyonê de rola sereke bigirin. Beşdarbûna hêzên mîlîsî jî dimîne li ser razîbûna hikûmeta Iraqê. Mûsil dikeve nav axa sûniyan, ji ber vê yekê jî beşdarbûna wan tiştek asayî ye. Lê ji bo hêzên şîî, divê nêrîna xelkê bê wergirtin. Eger ew li ser beşdarbûna Heşda Şeebî razî bin em ê jî razî bin. Divê ji bo vî şerî di navbera sunî û şîiyan de hemahengiyeke baş hebe."

    PÊŞMERGE DÊ LI MÛSILÊ NEMÎNIN
    Barzanî herwiha tekez dike ku piştî rizgarkirina Mûsilê pêşmerge dê li bajarî nemînin.

    Derbarê navçeyên nakok ên madeya 140ê de jî Serokê Herêma Kurdistanê wiha diaxive: "Niha Hêzên Pêşmerge li wan herêman xelkê diparêzin. Ji ber vê yekê pêwîst nake ku hêzên iraqî li wan navçeyan bên bicihkirin. Divê referandûm bê kirin û xelkê wan navçeyan bi xwe biryarê bidin. Kurdistana Iraqê xeta sor e û ti kes piştî şer tê de namîne. Hêzên Amerîkî û yên Iraqî jî."

    "PÊWÎTÎNÎ BI BEŞDARIYA TIRKIYEYÊ TINE"

    Ji aliyekî din ve, Barzanî derbarê beşdarbûna Artêşa Tirkiyeyê ya ji bo operasyona Mûsilê de jî diyar dike ku ew bawer nake Tirkiye beşdarî vê operasyonê bibe û wiha dibêje: "Dibe ku Tirkiye alîkariya wan hêzan bike ku şerê kontrolkirina Mûsilê dikin. Beşdarbûna Tirkiyeyê ya rasterast ne pêwîst e û hikûmeta Iraqê jî li dijî vê yekê ye."

    Barzanî herwiha pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê jî bi van gotinan tîne ser zimên: "Pêwendiyên me ligel Fransayê bihêz in. Her du alî jî li dijî heman dijminî şer dikin. Her du alî aştî û demokrasiyê dixwazin. Beriya niha Fransayê gelekî alîkariya me kiriye. Niha jî alîkarî dike".

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Skoçya ji bo referandûma serxwebûnê dîsa amadehiyê dike
    Mesrûr Barzanî: Niha derfeta me ya referandûma serxwebûnê heye
    Ji sedî 82.3yê gelê Herêma Kurdistanê ji serxwebûnê re dibêje 'erê'
    Barzanî bo Newşîrwan Mistefayî: Bibe serokê şandeya serxwebûnê
    Skoçya: Em dikarin di nava 2 salan de referandûma serxwebûnê çêbikin
    PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
    Etîketan:
    madeya 140ê, şer, pêşmerge, Le Monde, Mesûd Barzanî, Tirkiye, Iraq, Bexda, Mûsil, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de