10:33 20 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî vegeriya Kurdistanê

    © Foto: SHK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên fermî ya bi hin welatan re vegeriya Kurdistanê.

    Hewlêr — Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekêragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro piştî serdanên xwe yên welatên Tirkiye û Fransa û hevdîtin, civînên bi Serok û berpirsên payebilind ên her du welatan re, bi dawî anît û bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.

    Mesûd Barzanî di 23ê Tebaxa 2016an de di çarçoveya serdaneke fermî û li ser vexwandina Serokomarê Tiriyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana wî welatî kiribû.

    Herwiha Serok Barzanî piştî serdana xwe ya li Tirkiyayê li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê, François Hollande roja çarşema 7ê Îlona 2016 çû Parîsê paytexta Fransayê.

    Di roja yekem a serdana xwe de, Barzanî bi Wezîrê Parastina Fransayê Jean Yves Le Drain re civiya û pişte şeva heman rojê li gel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo hevdîtin pêk anît.

    Serokê Herêma Kurdistanê di hemna rojê de li Koşka Êlîzeyê ji aliyê Serokê Fransayê, François Hollande ve hat pêşwazîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî wê serdana Îranê bike
    Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî êrişa Dîloke şermezar kir
    'Hemû operasyon bi fermandariya Mesûd Barzanî dimeşin'
    Mesûd Barzanî û Mehdî Zana hevdîtin pêk anîtin
    YNK û GORAN: Mesûd Barzanî birayê me yê mezin e
    Etîketan:
    hevdîtin, fermî, vexwendin, veger, serdan, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Francois Hollande, Recep Tayyip Erdogan, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de