03:10 23 Îlon 2017
Zindî
    Asayişa Hewlêrê xwepêşandana ji bo Ocalan asteng kir

    Meşa ji hêla Asayişa Hewlêrê ve hate astengkirin destpêkir

    © Foto: Rojnews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2301

    Komeke ku li Hewlêrê dixwest ji bo balê bikişe ser astengkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rastî astengiya Asayişa Hewlêrê ve hat. Piştî demekê xwepêşandêran dîsa dest bi meşê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rojnewsê îro saet di 17.00ê de endamên Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) û Komalên Ciwan xwest ji bo balê bikişînin ser astengkirina hevdîtina bi Ocalan re ji ser rêya 60 metrî heta Konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bimeşe. Lê xwepêşandêr ji aliye Asayişa Hewlêrê ve hatin astengkirin. Koma xwepêşandêr rêya 60 metrî ji çûnûhatine re girtine.

    Hate zanîn ku karwana wê ji Mexmûrê bihata Hewlêrê jî hatiye astengkirin.

    Piştî demekê xwepêşandaran dest bi meşê kirin û ber bi Konsolxaneya Tirkiyê ve dimeşin.

    Bi heman mijarî:

    Asayişa Herêma Kurdistanê Rojavayiyek dersînor kir
    Asayişa Herêma Kurdistanê saziya jinan girt
    Asayişa Herêma Kurdistanê rojnameger Aysel Avesta girt
    Li Silêmaniyê li dijî hatina leşkerên tirk çalakî
    Etîketan:
    xwepêşandan, astengkirin, Komalên Ciwan, Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK), Hêzên Asayişa Hewlêrê, Abdullah Ocalan, rêya 60 metir, Mexmûr, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de