01:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Newşîrwan Mistefa û endamên Goranê

    Newşirvan Mistefa: PDK dixwaze serokatiya parlamena herêmê bixe destê xwe

    © Foto: rudaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokê Tevgera Goranê Newşirvan Mistefa got ku PDK dixwaze serokatiya parlamena Herêmê jî bixe destê xwe.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Tevgera Goranê li Îngiltereyê bi alîgirên partiya xwe re civînek li dar xist. Mistefa derbarê pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê de axivî û got: "Başûrê Kurdistanê li gorî berê di rewşeke xirabtir de ye. Krîza aborî û siyasî, krîza ji ber şerê DAIŞê bandoreke neyênî li ser gele kurd kiriye. Em li hemberî vî tiştî naxwazin bibin hêza bejayî ya yek partiyê. Em xwedî vîn in û em ê destûrê nedin ku ti kes dest deyne ser vîna em."

    Newşirvan Mistefa diyar kir ku PDKê li Herêmê ji bilî serokatiya parlamenê dest daniye ser hemê erkên rêvebiriyê û wiha axivî: "PDK dixwaze dest deyne ser serokatiya parlamenê jî. Tevgera Goranê berê jî ji hemû aliyan re ragihandibû ku asayîbûna rewşa heyî bi polîtîkayên PDKê ve girêdayî ne. Nayê qebûlkirin ku biryarên xwe bi darê zorê bide pejirandin û pêkanîn."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Goranê: "Referandum û serxwebûn mafê rewa yê kurdan e"
    Elî Ewnî: Em ne bi Goranê lê bi serxwebûnê mijûl in
    YNK û Goranê piştgiriya referandûmê dikin
    YNK û Goranê endamên Desteya Hevbeş diyarkirin
    YNKê û Goranê desteyek hevbeş çêdikin
    PDK ji peymana YNK û Goranê nerazî ye
    Etîketan:
    Serokatiya Parlamena Herêma Kurdistanê, Tevgera Goranê, DAIŞ, PDK, Newşîrvan Mistefa, Îngiltere, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de