18:49 27 Gulan 2018
YNK û Goran

Fûad Mahsûm wê rêvebiriya YNKê bîne ba hev

© Foto: fb
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Iraqê Fûad Mahsum ji bo çareseriya pirsgirêkên nava YNKê wê aliyan bîne bav hev.

Navenda Nûçeyan — Piştî ku bi pêşekiya Alîkarên Sekreterê Giştî yên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl û Behrem Salih de komeke YNKyiyan di 1ê Îlonê de biryara avakiran ‘Navenda Biryarê' standin di nava partiye de dubendiyek û nîqaşek destpêkiribû. Endamên politburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed û Mele Bextiyar û yên din li hemberî gava Resûl, Salih û hevalên wan derketibûn û gava wan rewa nedîbûn.

Piştî vê rewşê Serokomarê Iraqê û yek ji avakarê YNKê Fuad Mahsum dest bi temasan kir. Şêwirmendê Mahsum, Ebdulah Eliyawayî diyar kir ku wê îro her du alî bên ba hev. Eliyawayî got ku Mahsum duh bi şev bi Hêro Îbrahîm re û pişt ra jî bi Kosret Resûl re hevdîtin pêk aniye.

Bi heman mijarî:

Polîtburoya YNKê di derbarê mixalîfan de daxuyanî da
Mixalîfên rêveberiya YNKê 'Navenda Biryaran a YNKê' ava kirin
Edhem Barzanî: Barê Herêma Kurdistanê li ser milê PDKê û YNKê ye
Partiya Ayendeya Kurdistanê tev li YNKê bû
Edhem Barzanî: Berpirsiyariya parastina baregehên PDKê li Silêmaniyê erka YNKê ye
Politburoya YNKê kom bû
Etîketan:
Serokomariya Iraqê, Navneda Biryarê, YNK, Fûad Mahsûm, Ebdulah Eliyawayî, Mele Bextiyar, Hêro Îbrahîm Ehmed, Behrem Salih, Kosret Resûl, Herêma Kurdistanê, Silemaniyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de