00:54 19 Sibat 2018
Zindî
    Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

    Polîtburoya YNKê di derbarê mixalîfan de daxuyanî da

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hinek rêveber û endamên YNKê bi navê ‘Piraniya Endamên Polîtburoya YNKê' li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî civiyan û di derabrê ragihandina ‘Navenda Biryardan a YNKê' de daxuyaniyek belav kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan Rûdawê hat diyar kirin ku ‘Piraniya Endamên Polîtburoya YNKê' di wê daxuyaniya xwe de anî zaiman ku hinek berpirsên YNKê organek bi navê ‘Navenda Biryardan a YNKê' ragihandine û ev helwest bûye sedema nîqaşê.

    Wê ‘Piraniya Polîtburoyê' di daxuyaniya xwe de eşkere kirin ku ragihandina navendeke wisa bêyî rizayê bûye û got "Polîtburoya YNKê û Encûmena Navendî jî di derbarê ragihandina organek an jî navendeke biryardanê de tu gotinek nekiriye."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku ji bo zelalkirin û peydakirina çareseriyekê di demek nêzîk de Encûmena Serokatî ya YNKê wê civîneke asayî lidar bixe û wê helwesta YNKê ragihîne.

    Tê zanîn ku her du Cîgirên Sekreterê Giştî yên YNKê Kosret Resûl û Dr. Berhem Salih bi daxuyaniyeke ragihandibûn ku wan ‘Navenda Biryardan a YNKê' ava kirine û li ser navê YNKê wê hemû biryar ji vir werin dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Mixalîfên rêveberiya YNKê 'Navenda Biryaran a YNKê' ava kirin
    Edhem Barzanî: Barê Herêma Kurdistanê li ser milê PDKê û YNKê ye
    Şandeyeke payebilind a YNKê serdana Bexdayê dike
    Şanda YNKê çû Tehranê
    Cîgirê Sekreterê YNKê bila berpirsên ketina Şengalê bên dadgehkirin
    Etîketan:
    daxuyanî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Navenda Biryardan a YNKê, Piraniya Endamên Polîtburoya YNKê, Sekreterê Giştî yê YNKê, Celal Talabanî, Berhem Salih, Kosret Resûl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de