10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    YNK

    Mixalîfên rêveberiya YNKê 'Navenda Biryaran a YNKê' ava kirin

    © Foto: PUK MEDIA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê herdu Cîgirên Sekreterê Giştî yên YNKê Kosret Resûl û Dr. Berhem Salih û hinek endamên YNKê yên din diyar kirin ku wan "Navendeke Biryaran a YNKê' ya nû ava kirin û di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek belav kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan herdu Cîgirên Sekreterê Giştî yên YNKê Kosret Resûl û Dr. Berhem Salih di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew ‘Navendeke Biryaran a YNKê' ya nû dikin û got "Ji vir şûnde çi ji nava partiye çi jî ji derveyê partiyê, her biryara ku bêyî destûra vê navendê were girtin, weke biryara giştî ya YNKê nayê qebûl kirin."

    Herdu cîgirên YNKê di derbarê sedema avakirin a vê navenda nû de jî di daxuyaniyê de gotin "YNK ji ber komeke deshilatan, ji hêzeke têkoşer bûye hêzeke desthilatparêz. Xebateke nêlirê û tarî dimeşîne. Herwiha helwesta bikaranîna petrole ji bo birçîkirina xelkê bi kar tîne. Heta ku pitrsgirêkên di rêveberiya YNKê de tên çareserkirin û heta lidarxistina kongreyeke dûrî destwerdana hêzên ewlehiyê, em Navendeke Biryaran a YNKê radigîhinin."

    Li gel vê yekê hat diyar kirin ku 8 parlamenterên YNKê yên li Parlementoya Kurdistanê jî di nav de gelek rêveberên YNKê piştgiriya vê hewldanê dikin û tê payîn ku Endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed di derbarê vê hewldanê û biryarê de daxuyaniyekê bide.

    Bi heman mijarî:

    PDK û YNK dicivin
    YNK: Newşîrwan Mistefa got, ez ê hemû rêkevtinan têk bibim!
    Konseya Hevbeş a YNK û Goran civiya
    YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
    FLAŞ ÎDIA - PKK, YNK û Goran encûmeneke leşkerî ya hevbeş dadimezirînin
    Etîketan:
    belavkirin, daxuyanî, Navenda Biryaran a YNKê, Endama Polîtburo ya YNKê, Cîgirê Sekereterê Giştî yê YNKê, Berhem Salih, Hêro Îbrahîm Ehmed, Kosret Resûl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de