16:31 22 Hezîran 2018
Xurmatû

Li Xûrmatûyê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da

© RojNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li herêma Zerge ya başûrê Xûrmatûyê di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de şer derket û di encama şerî de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da

Xûrmatû — Li herêma Zerge ya başûrê Xûrmatûyê di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de şer derket û di encama şerî de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da

Duhî bi şev li gundên herêma Zerge ya navçeya Xûrmatûyê komek milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê êriş kirin ser çeperên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv dane milîtanên terorîst û pevçûnêneke dijwar qewimî.

Fermandarê Eniya Xûrmatûyê Ebdullah Bor ragihand ku terorîstên DAIŞê êrişî ser 3 çeperên pêşmergeyan kirin. Pêşmergeyan bersiv da êrişê û nêzîkê 2 seetan pevçûnan berdewam kir. Di encamê de çend terorîstên DAIŞî hatin kuştin û êriş hate têkbirin.

Ebdullah Bor da zanîn ku di encama pevçûnan de 2 peşmergeyên Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Li Xûrmatûyê aloziya navbera pêşmerge û El Heşd el Şebî dewam dike
Li Xurmatûyê şerê Hêzên Pêşmerge û DAIŞê
Li Xurmatûyê êrîşeke xwekuj pêk hat!
Heşdî Şeibî li Xurmatûyê alaya Kurdistanê dadixîne
Li Xurmatûyê lihevkirin pêk hat
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Ebdullah Bor, Xurmatû, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de