09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    Cenazeyên 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî gihîştin Herêma Kurdistanê

    © Foto: Roj
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Cenazeyên 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Amerîkayî di deriyê Sêmêlka re gihiştine Başûrê Kurdistanê û wê ji Balafirxaneya Silêmaniyê ji bo Amerîkayê werin şandin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di 29ê Tebaxa 2016a de roja duşemê cezaneyên 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî ji Rojava ji bo Herêma Kurdistanê hatin derbas kirin û ji aliyên sedan kesan ve hatim pêşewazî kirin.

    Hat diyar kirin ku cenazeyên her 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî di dema ketina silêmaniyê de ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazî kirin û hat gotin ku cenaze wê ji Balafirxaneya Silêmaniyê ji bo Amerîkayê werin şandin.

    Her 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî di dema Operasyona Şehîd Ebû Leyla ya kontrolkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan û hat diyar kirin ku navê wan şervanan Jordaan Andrew (Ciwan Firat), Well Savaj (Amed Kobanê) û Livi Jonasin Shirli (Agir Şervan) ye. Li gel vê yekê hat hînbûn ku nûnerên Balyozxaneya Amerîkayê jî di merasîma anîn cenazeyên şervan ên amerîkayî amade bûn.

    Operasyona Şehîd Ebû Leyla ya ji bo kontrolkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve di 1ê Pûşpera 2016a de hat destpêkirin û di 12ê Tebaxa 2016a de bi encam bû û minbic ji deste terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Cenazeyên 18 şervanên YPGê şandin Cizîrê
    Cenazeyên 3 şervanên HPGê hatin teşhîskirin
    Hat îdiakirin ku 3 cenazeyên şervanên HPGê anîne Xarpêtê
    YPGê nasnameyên 5 şervanên xwe ragihand
    YPGê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kirin
    YPGê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kirin
    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest dan, şervan, cenaze, Balafirxaneya Silêmaniyê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê, YPG, Jivin Jonasin Shirli, Well Savaj, Jordaan Andrew, Silêmanî, Kurdistan, Rojava, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de