20:31 16 Tebax 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    Parlamenterê PDKê: Ev hewldanên dewleta Tirk dagirkerî ye

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 247 0 0

    Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Halo destwerdana dewleta Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê wek dagirkerî bi nav kir û got "bi fedeakriya gelê Rojava hemû hewldanên dagirkern hatin şikenadin."

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê parlamenterê PDKê yê Herêma Kurdistanê Elî Halo li ser destwerdana Tirkiyeyê ya ji bo Rojava û Sûriyeyê ragihand ku ev hewldan dagirkerî ye û diyar kir ku ev sed sal in dagirker dixwazin nasnameya gelê Kurd ji holê rakin.

    Halo got "çûna leşkerên Tirkiyeyê ya nava xaka Rojavayê Kurdistanê hişmendiya nemirovî ya dewleta Tirk û hemû wan welatên dagirkerên Kurdistanê nîşan dide. Bi dagirkirina axa Kurdistanê sûcdariyê dikin. Lê berxwedan û fedekariya gelê Kurd hemû ew heldanên dagirkeran şikenandin."

    Elî Halo herwiha anî ziman ku "ev kar û hewldanên ku dewleta Tirk niha li Rojavayê Kurdistanê dike, li dijî gelê Kurd e" û got ev binpêkirina serweriya welatekî û netewekê ye.

    Bi heman mijarî:

    PDKê bangî PKKê kir: Divê tu piştgiriya hemû perçeyan bikî
    PDKê kuştina nûçegîhan Wedat Husên Elî şermezar kir
    Pêşniyara PDKê, YNK dabeş kir
    Tevgera Goran mercên giran danîn ber PDKê
    Edhem Barzanî: Berpirsiyariya parastina baregehên PDKê li Silêmaniyê erka YNKê ye
    Etîketan:
    welat, netew, binpêkirin, ax, hewldan, dagirkerî, Rojnews, dewleta tirk, Parlamenterê PDKê, Elî Halo, Tirkiye, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de