11:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê civiyan

    © Foto: Screenshot via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Balyozê Amerîka yê Iraqê re civiya û ragihand, bo çareserkirina pirsgirêkan Hewlêrê amade ye bi Bexdayê re alîkar be.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya malpera Rûdawê. di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandekê serdana Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kir û ji aliyê Balyozê Amerîkayê Stewart Jones û dîplomatên Balyozxaneya Amerîkayê ve hat pêşwazîkirin.

    Nêçîrvan Barzanî
    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Derbarê vê serdanê û hevdîtina navbera Nêçîrvan Barzanî û Stewart Jones de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

    Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand: "Di hemû waran de Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye li gel Bexdayê alîkar be, da ku hemû pirsgirêk bi şêweyekê bêne çareserkirin, ku di berjewendiya her du aliyan de be."

    Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dan, ku Stewart Jones ku niha erkê wî weke Balyozê Amerîka li Iraqê bi dawî hatiye, şadbûna xwe bi hevdîtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya piştevanî hêsankariyên Herêma Kurdistanê di heyama karkirina xwe weke balyoz de kir.

    Alaya Herêma Kurdistanê
    © Flickr/ kurdistan4all
    Jones herwiha tekezî li ser zêdetir xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.

    Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Nêçîrvan Barzanî jî bo wan hewlên ku bp zêdetir xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dane, spasiya Jones kir û hêviya serkevtinê di kar û erkê nû de jê re xwast.

    Li gorî daxuyaniyî, Barzanî û Jones herwiha di vê hevdîtinê de, rewşa ewlehî û siyasiya Iraqê, Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên şerê li dijî DAIŞê û çend mijarên din ên têkildarî her du aliyan nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    NY ji bo budçeya Kurdistanê Iraq hişyar kir
    Iraq: ‘Siyaseta kurd serxwebûna Kurdistanê nexwestiye'
    Amerîka bang li Iraqê kir ku hevkariyê bi Kurdistanê re bike
    Ûbeydî: Artêşa Iraqê dê xwe tev li meseleya serxwebûna Kurdistanê neke
    Herêma Kurdistanê ji bo peymana bi Iraqê re mehê milyarek dolar dixwaze
    Xirîstyanên Iraqê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin
    Iraqê bangî Kurdistanê kir!
    Etîketan:
    têkiliyên Kurdistan û Amerîkayê, DAIŞ, Stewart Jones, Nêçîrvan Barzanî, Bexda, Hewlêr, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de