03:13 26 Gulan 2018
Alaya Kurdistanê

Kerkûkî: Ti dewlet ne dijî serxwebûna Kurdistanê ye

© Foto: EVRO
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Polîtbîroa PDKê Kemal Kerkûkî ragihand ku îdiaya dibêje 28 dewletên rojavayî li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, ne rast e û bêsil e.

Navenda Nûçeyan — Berpirsyarê Polîtbîroya YNKê Mele bextiyarî ragihandibû ku li gel Amerîka û Rûsyayê 28 dewletên din ên rojavayî belgeyeke îmzekirî ji YNK û PDKê re şandiye û gotiye ku ew li dijî serxwebûna Herêma kurdistanê ne."
Li gorî nûçeya Rûdawê, Endamê Polîtbîroa PDKê Kemal Kerkûkî gotiye ku ev îdia derew e.

Kerkûkî teqez kir ku ev îdia derew e û wiha dewam kir: "Ti dewlet ne dijî serxwebûna Kurdistanê ye lê berevajî wê bi awayekî erênî nêzîkî daxwazên gelê me yên meşrû dibin. Gava dema wê were, em ê van eşkere bikin"
Herwiha Kerkûkî teqez kir ku mafe her gelî yê çarenûsê heye û wiha got: "Rêkeftina Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye ku mafê her miletî yê diyarkirina çarenûsa xwe heye. Hemû dewletan jî ev made îmze kiriye."

Ji aliyekî din ve, Kerkûkî axiftina xwe wiha dewam kir: "NY dibêje gava gelek serxwebûna xwe ragihîne û dewleteke din êrîşî wê bike, ev wek mudaxele tê hesibandin. Em jî di Vê çarçoveyê de mafê xwe yê meşrû referandûmê bi kar bînin".

Kerkûkî teqez kir ku di serdan û temasên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de gelek dewletan piştgiriya serxwebûnê kiriye û ragihandiye ku amade ne dewleta kurdan binasin.

Herêma Kurdistan plan dike ku referandûmê berî hilbijartinên Amerîkayê li dar xîne.

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Ewropaye: "Divê civaka navneteweyî serxwebûna Kurdistanê binase"
"Serxwebûna Kurdistanê ne di destê kurdan û ne jî di yê dagirkerên wan de ye"
Ûbeydî: Artêşa Iraqê dê xwe tev li meseleya serxwebûna Kurdistanê neke
Nivîskarê îranî: Giringtirîn mijara Rojhilata Navîn, serxwebûna Kurdistanê ye
Amerîka: Dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye
Balyozê îsraîlî: "Beriya herkesî em ê serxwebûna Kurdistanê binasin"
Parlamenterên HDPê piştgirî dane serxwebûna Kurdistanê
Etîketan:
serxwebûna Kurdistanê, YNK, PDK, Neteweyên Yekbûyî, Kemal Kerkûkî, Mele Bextiyar, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de