00:19 27 Gulan 2018
Berdevkê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso

PDK-Î yê serdana PYDê kir

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Şandeya PDK-Î yê li Silêmaniyê serdana PYDê kir. Şandeyên hur dû partiyan derbarê rewşên Rojava û Kurdistana Îranê de gotûbêj kirin.

Navenda Nûçeyan — Li gorû nûçeya malpera kurdistanmedia.comê Şandeya PDK-Î ya di bin serokatiya nûnerê ofîsa PDK-Î ya Silêmaniyê Tahir Mehmûdî de serdana ofîsa PYD ya li Silêmaniyê kir. Nûnerê PDK-Îyê Tahir Mehmûdî di hevdîtinê de behsa rewşa nû ya Sûriyê û bi taybetî ya Hesekê kir. Mehmûdî herwiha li ser polîtîkayên Îranê yên derbarê kurdan de nirxandin kir û di axavtina xwe de behsa daxwaza bihêzkirina yekîtiya di navbera kurdan û partiyên wan de kir.

Piştî Mehmûdî, nûnerê PYDê yê Silêmaniyê Xerîb Hiso axivî û kêfxweşiya xwe ji bo serdana şandeya PDK-Î yê anî ziman û behsa helwesta niştecihên Rojava ji bo vê partiyê bilev kir. Hiso herwiha Îran û Sûriyê weke du hêzên li hemberî kurdan binav kir û Îran weke welatekî ku li Sûriyê roleke xirab lîstiye nîşan da.

Bi heman mijarî:

PDK-Î ji bo Qamişloyê peyamek weşand
KURDISTAN - PDK-Î û PKK ji bo hevkariyê civînek lidar xistin
Etîketan:
sûriye, PDK-Î, Îran, PYD, Tahir Mehmûd, Xerîb Hiso, Silêmaniyê, Kurdistana Îranê, Herêma Kurdistanê, Heseke, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de