16:30 27 Gulan 2018
Koçberên êzidî

‘Di destê DAIŞê de hîna derdora 4 hezar Êzidî hene'

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAY
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî zanyariyên Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov li Herêma Kurdistanê 6 hezar û 413 Êzidî ji hêla DAIŞê hatibûn revandin û hîna 3 hezar û 761 Êzidî di destê wê de ne.

Hewlêr — Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê derbarê hejmara Êzidiyên di destê DAIŞê de li Hewlêrê civînek li dar xist û zanyarî bi raya giştî re par ve kir. Serokê Desteyê Ziya Pitrûs Silêwe diyar kir ku wan bi kesên ji destê DAIŞê rizgar bûne re hevdîtin kirine û raportek amade kirine. Silêwe got ku ew ê vê raportê ji konsolxaneyan, rêxistin û aliyên peywendîdar re bişînin.

Silêwe aşkere kir ku li gorî hejmara di destê wan de 6 hezar û 413 Êzidî ji hêla DAIŞê ve hatine revandin. Heta niha 2 hezar û 652 ji wan hatine rizgarkirin. Lê 3 hezar û 761 kes di destê DAIŞê de mane. Di vê navberê de 30 gorên komî hatine dîtin û 44 goristanên Êzidiyan jî hatine hilweşandin.

Bi heman mijarî:

Kurdên Êzidî Cejna Cimaî ya Şerfedînê pîroz dikin
Di salvegara komkujiyê de êzidî dixwazin xizmên wan werin rizgarkirin
NY: Êzidî hîna jî weke kole tên girtin
Cîhan îro bo jinên êzidî dê ‘bêdeng' be
Yekitiya Jinên Şengalê: Êşa herî mezin bû para jinên êzidî
Pîr û oldarên êzidî yên kurd cejna Çileya Havînê pîroz dikin
Etîketan:
Êzidî, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê, DAIŞ, Ziya Pitrûs Silêwe, Herêma Kurdistanê, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de