01:02 23 Çile 2018
Zindî
    YPG

    YPGê 230 leşker û mîlîtanên piştgiriya rejimê dikin dîl girt

    © Foto: AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Hate diyarkirin ku hêzên YPGê 230 leşker û mîlîtanên alîgirê rêjîmê yên li gundên derdora Çiyayê Kewkeb hatibû dorpêçkirin, dîl giritine.

    Heseke — Şer û pevçûnên di navbera hêzên Asayîşa Rojava ku girêdayê Yekîneya Parastina Gel (YPG) û hêzên rêjîmê ya li bajarê Hesekeyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. YPGê gelek taxên di bin kontrola hêjên rejime de xist bin kontrola xwe.

    Hate ragihandin ku Şervanên YPGê gundên Rihême, Mesûdiye, Xirbe El-Bîr, Reşîdiye, Til Bêzara û Dîba ên derdora Çiyayê Kewkebê xistibûn dorpêçiyê. Di gundên ku derdora 10 kîlometreyan dikeve rojahilat bajarê Hesekê piştî çend rojan 230 leşker tevlî çekên xwe teslîm bûne.

    Di pevçûnên bajarê Hesekê de jî hêzên YPG/Asayîşê 53 leşkerên rêjîmê û mîlîtanên ku piştgirya rejime dikin dîl girtibûn. Bi vê yekê hejmara leşkerên rêjîmê yên teslîmî hêzên YPG/Asayîşê bûne û dîl ketine dest gihîşt 283ê yan.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka derbarê êrişên Tirkiyayê ya ser YPGê de daxuyanî da
    Li Sûriyayê 4 herêmên din jî tevlî agirbestê bûn
    Balafirên şer ên Îsraîlê Sûriyayê bombebaran kirin
    Şerê li Heseke dijwartir bû: Hêzên rejimê di bin dorpêçiya YPGê de ne
    Terorîstên DAIŞê 142 welatiyên sivîl revandin
    Etîketan:
    rejim, dîl, mîlîtan, piştgirî, pevçûn, şer, şervan, girtin, YPG, Heseke, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de