17:23 26 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî serkeftina Kobaniyê li gelê Kurdistanê pîroz kir.

    Barzanî: Pêvajoya piştî rizgarkirina Mûsilê ji bo her kesî giring e

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, “şerê terorîstên DAIŞê rojeva sereke ya Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan e.”

    Hewlêr — Serokatiya Herêma Kurdistanê li hember nûçe û agahiyên di medyayê de tên belavkirin radigihîne ku rizgarkirina bajarê Mûsilê ji bo Herêma Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê gelekî giring e.

    Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji bilî aliyê leşkerî, divê encamên mirovî û siyasî yên operasyonê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê jî bên berçavkirin.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar dike ku ev du sal in, Hêzên Pêşmerge şerê DAIŞê dike û dibêje:

    "Ev du sal in pêşmergeyên qehreman erkê xwe bi cih anîne û efsaneya DAIŞê şkenandiye."

    Di daxuyaniyê de tekez li hindê tê kirin ku pêvajoya piştî rizgarkirina Mûsilê jî ji bo Herêma Kurdistanê, pêkhate û xelkê parêzgeha Nînewayê giring e û wiha tê gotin:

    "Ji bo careke din karesatên hatine serê pêkhate û baweriyên cuda dubare nebin, pêwîst e garantiyê bidin pêkhateyên Nînewayê û xelkê Mûsilê û herwiha divê di navbera aliyan de rêkeftineke siyasî hebe."

    Serokatiya Herêma Kurdistanê weke xala çarem jî destnîşan dike ku rola Hêzên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de li gorî rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê, hêzên hevpeymanan û hikûmeta Iraqê de dibe.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî soz da ku kujerên Wedat Hisênî bigire
    Pêşmergeyan bi fermandariya Barzanî dest bi operasyonê kir: 9 gund rizgar bûn(HAT NÛKIRIN)
    Serok Barzanî û nûnerê Barak Obama li Hewlêrê civînek li dar xistin
    'Hemû operasyon bi fermandariya Mesûd Barzanî dimeşin'
    "Ocalan: Bila Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî"
    PDK bi serokatiya Barzanî dicive
    Barzanî bo Newşîrwan Mistefayî: Bibe serokê şandeya serxwebûnê
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, Şerê DAIŞê, Pêşmerge, DAIŞ, Mesûd Barzanî, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de