22:50 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Ji sedî 82.3yê gelê Herêma Kurdistanê ji serxwebûnê re dibêje 'erê'

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5020

    Navenda Aşitî û Ewlekariya Mirovahiyê ya Zanîngeha Amerîkayê ya Kurdistanê di derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de rapirsiyek pêkanî û di encamê de daxuyand ku ji sedî 82.3yê gelê Herêma Kurdistanê ji serxwebûna Herêma Kurdistanê re dibêjin ‘erê.'

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku 4 hezar û 200 kes beşdarê rapirsiyê bûye ku ji wan hezar 526 kes ji bajarê Hewlêrê, hezar û 422 kes ji Silêmaniyê, hezar û 111 kes ji Duhokê û 141 kes jî ji bajarê Helebçeyê beşdarê rapirsiyê bûne.

    Hat diyar kirin ku li gorî encamên rapirsiyê ji gelê Hewlêrê ji sedî 86.9a, ji gelê Duhokê ji sedî 97.5a, ji gelê Helebçeyê jî ji sedî 82.9a ji bo serxwebûna gotine ‘erê'. Li gel vê yekê ji sedî 67ê gelê Silemaniyê ji bo serxwebûnê gotine ‘erê' û bi awayî bi bûne xwediyê rêjeya herî kêm.

    Herwiha hat destnîşan kirin ku ji sedî 83,1ê gel gotiye ‘ger ku niha referandûm bibie ez ê tevlê bibim' û ji sedî 66ê beşdaran jî gotine niha dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye.

    Tê zanîn ku rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûn rabigîne û ji Iraqê veqete hewl dide ku referandûmeke giştî lidar bixe.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bo Newşîrwan Mistefayî: Bibe serokê şandeya serxwebûnê
    PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
    Rojnamevanê frensî: "Divê kurd vê derfeta ragihandina serxwebûnê ji dest bernedin"
    Malikî: Em dijî referandûma serxwebûnê ne
    ‘Kurd bo serxwebûnê ne mecbur in ku li benda ti kesan bimînin'
    Etîketan:
    rêje, beşdar, rapirsî, referandûm, serxwebûn, Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Zanîngeha Amerîkayê ya Kurdistanê, Helebçe, Silêmanî, Duhok, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de