22:56 26 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Herêma Kurdistanê daxwaza Amerîkayê qebûl nekir

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5210

    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîakyê Mark Toner, ku Toner gotibû bila Hêzên Pêşmerge di bin fermandarî û kontrola Iraqê de bin, daxuyaniyek niviskî belav kir û ragihand ku ew vê daxwazê qebûl nakin.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku Pêşmerge di bin fermandarî û kontrola Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê de ye, ne di bin fermandarî û kontrola Hikumeta Iraqê de ye.

    Wezaretê di heman demê de di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Pêşmerge ji bo hemû cîhanê îspat kiriye ku bi tena sere xwe dikare bersiva hovitiyên koma terorîstan bide û da zanîn ku hemû gelê Kurdistanê çi berê çi jî îro di şerê terorîstên DAIŞê de bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge şanaz in.

    Li gel vê yekê Wezareta Pêşrmeg ya Herêma Kuridstanê derbirî ku Hêzên Pêşmerge her dem ji bo alîkarî û hevrêziya bi berpirsên Artêşa Iraqê re amadebûna xwe nîşan daye.

    Tê zanîn ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner di civîneke çapemeniyê de gotibû bila Hêzên Pêşmerge di bin fermandarî û kontrola Hikumeta Iraqê de tevbigerin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge 11 gundên rizgarkirî ji teqemeniyan paqij dike
    Hewlêrê bersiva Bexdayê da: Pêşmerge ji cihên rizgarkirî venakişin
    Hêzên Pêşmerge: "Li Mûsilê 12 gund ji DAIŞê hatin rizgarkirin"
    Fermandarê Pêşmerge: "DAIŞiyên sîpe û bêtecrûbe direvin"
    Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina herêma Xazirê kir: 35 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    qebûlkirin, daxwaz, Hêzên Pêşmerge, Hikumeta Iraqê, Artêşa Iraqê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mark Toner, Iraq, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de