02:57 22 Hezîran 2018
Ezîz Weysî

Ezîz Weysî: Mûsil berî ereban bajarê kurdan e

© Foto : Avesta
Kurdistan
Lînkê kurt
0 22

Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge General Ezîz Weysî ragihand, bê ku pêşmerge guh bide cudahiyên etnîstî û mezhebî bi pêş ve diçe. Weyzî teqez kir ku bi belgeyan jî îsbatkirî ye ku bajarê Mûsilê berî ereban bi gelekî bajarê kurd û gelên din e.

Navenda Nûçeyan — Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, "divê pêşmerge zêdetir bi pêş de neçe", Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevan Ezîz Weysî wiha axivî:

DAIŞ
© Foto : AP Photo/ Militant website via AP, File
"Belkî kêfa wan ji lezgîniya pêşmergeyan re nehatibe lê bila birêz Heyder Ebadî bizane ku em şerekî wiha bi rê ve dibin ku em hem hev temam dikin. Herkes dizane ku pêşmerge ji hêzên din cuda ye. Cuda hatiye perwerdekirin. Lewra asayî ye ku lezgîntir be û bêtir serkeftinan bi dest xîne. Serkeftina wan ne tenê serketina Iraqê ye lê ya tevahiya cîhanê ye".

"STRATEJIYA ME YA HEVBEŞ, JINAVBIRINA DAIŞÊ YE"

Weysî teqez kir ku stratejiya hevbeş bi hêzên hevpeymanê û Artêşa Iraqê re, jinvabirina DAIŞê ye û wiha dewam kir: "Em li gorî vê stratejiyê bi pêş ve diçin. Eger tirsa wan ev e ku kurd dê li ser Mûsilê bi bandor bin, ev tirs ne di cih

de ye.Mûsil berî bibe bajarê ereban, bajarê kurd û gelên din e û ev bi belgeyan isbatkirî ye. Eger tirsa wan pêkanîna rewşeke "emir waqî" be, rejîmên ereb berê li Mûsilê rewşên emir waqî pêk anîn. Ne kurdan. Lê divê meseleya me niha ne ev be. Divê em dest bidin hev û ereb, xiristiyan, kurdên êzîdî, şebek û tirkmenan ji zulmê DAIŞê xela bikin."

Fermandarê Zêrevan teqez kir ku gelên Mûsilê dizanin ku nûnerên wan li dora Serfermandar Mesûd Barzanî ne û gişt baş taybetmendiya hêz û parêzvaniya pêşmergeyan dizanin, û wiha dewam kir: "Eger hesabên nepenî hebin ku birayên me yên sunî yên ereb û suniyên din hinekî din di bin destên DAIŞê de bimînin ta ku mala wan bêtir wêran bibe, bila dest ji vê berdin. Ê me nêzîkatiyeke me ya mezhebî tine. Yek neyarê me heye û ew jî DAIŞ e."

"XETA MAZLUM Û DURMUŞ A PKKÊ"

Weysî bersiva pirsyarekê derbarê beşdarbûna PKKê di operasyona Mûsilê de da û diyar kir ku ti têkiliya PKKê pê ve tine û wiha got: "Eger pêdivî çêbibe, em ê bang bikin. Lê helbet bê biryareke hevbeş eger PKK bizaveke wiha bike, ew tiştekî xeter e. Şerekî navxweyî yê kurdan dê kenê xelkê bi me bîne. Hatina PKKê li ser xeta neteweyî rasttirîn rê ye. Ji ber zilamên wek Hayri Durmuş û Mazlum Dogan ku pêşnegên PKKê bûn jî ji bo dewleteke serbixwe ya kurdan jiyana xwe ji dest da."

Bi heman mijarî:

Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
MÛSIL - 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Riya Mûsil-Şedadê di bin kontrola hêzên kurd de ye
Waliyê berê yê Mûsilê: ‘Îran dixwaze bi ser Mûsil re bigihêje Sûriyayê’
MÛSIL - Balafirên şer bankeyên DAIŞê bombebaran kirin
MÛSİL - Bombebaran: 20 terorîst hatin kuştin
MÛSIL- 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
MÛSİL - Şer û pevçûn: 32 bombe 16 otomobîl 70 kuştî
Etîketan:
kurdên êzîdî, kurd, Hêzên Zêrevan, PKK, Pêşmerge, Hayri durmuş, Mazlum Dogan, Ezîz Weysî, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Mûsil, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de