15:16 23 Hezîran 2018
Pêşmerge

Pêşmerge 11 gundên rizgarkirî ji teqemeniyan paqij dike

© AFP 2018 / Marwan Ibrahim
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Tîma Endazyariyê ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku hêzên wan li 11 gundên vê dawiyê hatin rizgarkirin 280 bombeyên bi destan çêkirî ji hev xistin û ew betal kirin lê hîn pêdivî bi çend hefteyan heye heta ku bi temamî bên paqijkirin.

Navenda Nûçeyan — Hêzên Pêşmerge di 14ê Tebaxê de operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin ku bi piştgiriya hêzên Hepvpeymanê hatibû pêkanîn û di encamê de 11 gund hatibûn rizgarkirin û 130 endamên DAIŞê jî hatibûn kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DAIŞê ji bo rawestandina pêşketina pêşmergeyan bi sedan mayin, dafik û bombeyên bi destan çêkirî li her derê vedabûn.

Serokê Tîma Endazyariyê ya Hêzên Pêşmerge Mehmûd Kayiyî wiha got: "Di roja yekê de me 50 bombe betal kirin. Du roja duyem de me 180 heb ji hev xistin li gel du depoyên bombeyên bi destan çêkirî û me tunelên DAIŞê kolandibûn jî paqij kirin."

Serleşkerê Hêzên Pêşmerge ji Kurdistan24ê re  teqez kir ku çend bombe û mayinên mayî di roja sisiyan de hatin betalkirin û ev xebat bi taybetî li nêzîkî pira Giwêrê ya Mûsil û Kerkûkê bi hev ve girêdide, û diyar kir ku hejmara giştî ya bombeyan gihiştî 280yî.

 

 

Bi heman mijarî:

Hêzên Pêşmerge: "Li Mûsilê 12 gund ji DAIŞê hatin rizgarkirin"
Fermandarê Pêşmerge: "DAIŞiyên sîpe û bêtecrûbe direvin"
Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina herêma Xazirê kir: 35 DAIŞî hatin kuştin
Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê 26 terorîstên DAIŞê kuştin
Di êrişa DAIŞê de fermandar û efserekî Pêşmerge hatin kuştin
Etîketan:
bombeyên bi destan çêkirî, teqemenî, mayîn, bombe, Pêşmerge, DAIŞ, Mehmûd Kayî, Giwêr, Mûsil, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de