09:17 22 Îlon 2017
Zindî
    Alaya YPG

    HESEKÊ - YPGê bi hêzek mezin berê xwe da şer!

    AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 315240

    Piştî berdewambûna şerê di navbera Artêşa Sûriyê û hêzên kurdan, YPGê ji bajarên din ên Rojavayê hêz xwe kom kir û berê xwe da bajarê Hesekê.

    Hesekê — Li gorî agahiyên ji ser Rûdawê hatine bidestxistin piştî berdewambûna êrişên Artêşa Sûriyê, YPGê ji bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê hêz kom kir û berê xwe da Hesekê.
    Îro Artêşa Sûriyê dest bi êrişeke mezin bo ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir. Êrişên Artêşa Sûriyeyê ya bi ser bajarê HEsekê jî bê navber berdewam dike.
    Piştî nîvro firokeyên şer yên ayîdî Artêşa Sûriyeyê taxa Kilase ya Hesekê, Navenda Giştî ya Asayişa bajêr,  Ofîsa Peywendiyên YPG û xala kontola Xeşma ya YPGê yên li navenda Hesekê dan ber bombeyan.

     Herwiha danê şev jî Artêşa Sûriyê dest bi tobarankirinaTaxa Ezîziye ya Hesekê kir, ku li gorî agahiyan, di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.
     
    Piştî wan pêşhatan û berdewamiya pevçûnan li Hesekê, hat ragihandin, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest bi komkirina şervanan ji bajarê din ê Rojavayê Kurdistanê kiriye û ber bi Hesekê bi rê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê şerê navbera şervanên kurd û leşkerên rejîmê didome
    Di pevçûnên Hesekê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
    Li Hesekê şer: 1 jê endamê asayîş 2 birîndar (TÊ NÛKIRIN)
    Hêzên rejîmê û yên Asayişê li Hesekê şer kirin
    Li Hesekê hejmara kuştiyan gihişte 28an
    Ji bo êrişa terorî li bajarê Hesekê 3 roja şîn
    Etîketan:
    haeseke, bombebarandin, artêşa sûriyeyê, tax, ypg, şer, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de