19:20 21 Hezîran 2018
Ala Kurdistanê

'Ereban ala Kurdistanê maçî kir'

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Îro di saet 05:30î de Hêzên Pêşmerge bi fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li derdora Mexmûr, Guwêr û Xazirê li dijî DAIŞê dest bi operasyonê kir û heta niha bi tevahî 9 gund rizgar kirine.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Rûdawê yek ji wan gundên rizgarkirî jî gundê Setîhê ye ku ev gund, gundekî Ereban e. Hat ragihandin ku gava Hêzên Pêşmerge gihîştin vî gundî, gundiyan pêşwaziya pêşmergeyan kirine û ala Kurdistanê maç kirine. Li gel vê yekê gundiyan ji pêşmergeyên Kurdistanê daxwaz kirine ku wan ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bikin.

Li gorî agahiyan pêşmergeyekî ragihand ku gundiyên Ereb ên gundê Setîhê bi germî pêşwaziya pêşmergeyan kirine û ala Kurdistanê maçî kirin. Herwiha heman pêşmergeyî diyar kir ku gundiyan gelekî alîkariya pêşmergeyan kiriye.

Bi heman mijarî:

Li Xurmatûyê şerê Hêzên Pêşmerge û DAIŞê
Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê 26 terorîstên DAIŞê kuştin
Li hemberî Hêzên Pêşmerge êrişên xwekujî
Erebên Iraqê ji destê DAIŞê reviyan xwe radestî hêzên pêşmerge kirin
Etîketan:
gundê ereban, maçkirin, Hêzên pêşmerge, Ala Kurdistanê, Rûdaw, Guwêr, Mexmûr, Xazir, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de