13:53 24 Hezîran 2018
ENKS

Serokê ENKSê: Min qet qet jî bikin ezê vegerim!

© Foto : K24
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Îbrahîm Biro got: "heger min qet qet jî bikin ez ê dîsa vegerim Rojavayê Kurdistanê."

Navenda Nûçeyan — Serokê ENKSê Îbrahîm Biro piştî ku duh ji aliyê asayîşa Qamişloyê ve hatibû girtin îro danê sibê ew ji Rojvayê dersînorkirin.

Li gorî hevpeyvîna Îbrahîm Biroyî da Rûdawê, hat ragihandin ku sedama girtina ji aliyê asayişê ve xebatên wan ên siyasî bû û wiha domand:"ENKSê niha li Rojava Kurdistanê karekî gellekî xurt ê siyasî dike û gelê me baweriya xwe bi tevgera me ya siyasî tîne. Herwiha birêveberiya PYDê li herêmên Kurdî tê şkandin."

Biro got ku spasiya Herêma Kurdistanê kir ji ber ku deriyê xwe ji wan re vekiriye û wiha pê de çû:"Lê em ê dîsa vegerin cihê Rojavayê Kurdistanê û em ê li gel gefên li me tê kirin xebatên xwe yên siyasî berdewam bikin. Ew me qet qet jî bikin em ê ji bo parastina mafê gelê xwe herin Rojava."

 

Bi heman mijarî:

ENKS plana “Herêma Kurdistana Sûriyeyê” radigihîne
PYD: Îdiyayên ENKS derew in
ENKS: PYDê bi xwe êrîşî nivîsgeha PDK-Sê ya Girgê Legê kiriye
Kongreya Starê ji ber êrîşên Şêx Meqsûdê ENKS sûcdar kir
ENKS: Bila Pêşmergeyên Rojavayê tev li HSDê bibin
ENKS: Divê behsa çaresnûsa Kurdan li Cenevreyê bê kirin
Etîketan:
Dersînorkirina siyasetmedaran ji Rojavayê, girtin, Îbrahim Biro, Rojava, Qamişlo, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de