21:52 22 Sibat 2018
Zindî
    Rojnameger Wedat Husên Elî

    PDKê kuştina nûçegîhan Wedat Husên Elî şermezar kir

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Elî Yasîn li Parlamentoya Kurdistanê li ser kuştina nûçegîhan Wedat Husên Elî yê li Duhokê hat kuştin, xemgîniya xwe anî ziman û got "ev bûyereke xeternak e."

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Rûdawê Berdevkê Koma PDKê ya Parlamentoya Kurdistanê Elî Yasîn di derbarê kuştina nûçegîhanê Rojnewsê Wedat Husên Elî de daxuyaniyek da û bi vê daxuyaniyê ev bûyer şermezar kir. Elî Yasîn di daxuyaniyê de da zanîn ku ev bûyereke biguman û xeternak e û got ji bo dîtin û cezakirina sûcdaran em piştgiriyê didin hemû rê û rêbazên yasayî.

    Berdevkê Koma PDKê dest nîşan kir ku ew di pêvajoya bûyerê de bi hemû saziyên têkildar re axivîne û lêkolînên di derbarê bûyerê de berdewam dikin.

    Nûçegîhanê Rojnewsê Wedat Husên Elî di 13ê Tebaxê de li taxa Malta ya Duhokê bi destê çend kesên nenas hatibû revandin û çend saetan piştî revandinê bi awayekî kuştî hatibû dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî teqîna li Amedê 4 rojnameger hatin desteserkirin
    Raporta BİAyê: 32 rojnameger di girtîgehê de ne
    Li Minbicê 2 rojnameger birîndar bûn
    Rojnameger Aysel Avesta serbest hate berdan
    Asayişa Herêma Kurdistanê rojnameger Aysel Avesta girt
    Etîketan:
    daxuyanî, şermezarkirin, kuştin, Rojnews, Parlamentoya Kurdistanê, Berdevkê Koma PDKê, Mihemed Elî Yûnis, Wedat Husên Elî, Duhok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de