14:05 18 Sibat 2018
Zindî
    Mensûr Barzanî

    120 DAIŞî hatin kuştin

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandarê Hêza Taybet a Gûlanê Mensûr Barzanî eşkere kir ku di operasyona Guwêr û Xazirê de 120 çekdar hatine kuştin û heta DAIŞ li herêmê nemîne dê operasyonê berdewam bikin.

    Guwêr - Hêzên Pêşmerge îro saet 5.30ê destê sibê, li eniya Xazir û Guwêrê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî operasyonek da destpêkirin.

    Heta niha gundên Şenef, Taxê, Qerqeşe Til-Hemîd û Ebzexê ji aliyê pêşmergeyan ve hatine kontrolkirin.

    Fermandarê Hêza Taybet a Gûlanê Mensûr Barzanî got ku Hêza Taybet a Gûlan û Hêzên Dijî Terorê yên Hewlêrê jî beşdarî operasyonê dibin.

    BARZANÎ: BIILA HAYA WE OTOMOBÎLÊN BOMBEBARKIRÎ HEBE
    Mensûr Barzanî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî gav bi gav fermandarên operasyonê re diaxive û hişyariyên pêwîst dide wan û got:

    “Mesûd Barzanî ji fermandarên pêşmerge re got, terorîstên DAIŞê ne ew in ku bikarin li hember we bieskinin. Lê dîsa hûn ji otomobîlên bombekirî agahdar bin.”
     Derbarê giringiya operasyonê de jî Mensûr Barzanî wiha axivî:

     “Ji ber topbarana DAIŞê gelek xelkê van navçeyan nedikarî vegere navçeyên xwe. Bi konrtolkirina herêmê dê gefa DAIŞê ji Guwêr, Xazir û Hewlêrê bê dûrxistin û xelk bikare vegere malên xwe. Bi vî awayê barê li ser Herêma Kurdistanê jî kêmtir dibe.

    Bi heman mijarî:

    Wênegirê Kurdistan TVê jiyana xwe ji dest da
    Herêma Kurdistan di meha Tîrmehê de 14 mîlyon bermîlan petrol firot
    PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
    “Eger Kurdistan serbixwe bibe, Amerîka dê li dijî êrîşan wê biparêze”
    Kurdistan: 7 milyon dolar pêwîst in
    Etîketan:
    Pêşmerge, DAIŞ, Mensûr Barzanî, Mesûd Barzanî, Qerqeşe, Ebzex, Til Hemîd, Şenef, Guwêr, Xazir, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de