19:58 18 Hezîran 2018
Pêşmerge

Pêşmergeyan bi fermandariya Barzanî dest bi operasyonê kir: 9 gund rizgar bûn(HAT NÛKIRIN)

© Foto : kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Îro saet 05:30 Hêzên Pêşmerge bi fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li dijî DAIŞê dest bi operasyonê kir û heta niha gundê Şenefê di nav de, 9 gund hatine rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan — Operasyon bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rê ve diçe. Hêzên Pêşmerge yên li eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazirê beşdarî operasyonê dibin.

Herwiha niha şer ji bo rizgarkirina gundê Steyhê berdewam e ji ber ku hîn çend çekarên DAIŞê li wir in.

Ji aliyekî din ve, otomobîleke bombebarakirî ji aliyê pêşmergeyan ve bi çekên Mîlanê hatiye rûxandin.

Herwiha xwekujekî DAIŞê xwe teqand lê ti zerarên canî çênebû û hat diyarkirin ku pêşmergeyan hinek çekên giran û sivik ên DAIŞê bi dest xistine.

Li gorî agahiyên dawî, pêşmerge 15 kîlometreyan bi pêş de çûne û heta niha 5 hewldanên xwekujiyê yên bi otomobîlêt bombebarkirî hatine têkbirin.

Heta niha 9 gund hatine bidestxistin û operasyonê îro danê sibehê saet 05:30an bi fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca kontrolkirina 10 gundan dest pê kiribû.

 

Bi heman mijarî:

Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
4 hezar û 200 pêşmerge ji şerê DAIŞê re amede ne
Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê 26 terorîstên DAIŞê kuştin
Di êrişa DAIŞê de fermandar û efserekî Pêşmerge hatin kuştin
Ûbeydî: Em ê nehêlin Pêşmerge beşdarî operasyona Mûsilê bibin
Li hemberî Hêzên Pêşmerge êrişên xwekujî
Rûsya: Em bi pêşmerge re hevkariya leşkerî dikin
Etîketan:
operasyon, Pêşmerge, DAIŞ, Mesûd Barzanî, Steyh, Guwêr, Mexmûr, Xazir, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de