20:13 19 Çile 2018
Zindî
    PKK

    FLAŞ ÎDIA - PKK, YNK û Goran encûmeneke leşkerî ya hevbeş dadimezirînin

    © Sputnik/ Cesîm îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Hat îdiakirin ku PKK, Partiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li çiyayê Qnedîlê civiyan û wan biryar da ku encûmeneke leşkerî-siyasî damezirînin. Ji aliyekî din ve, Elî Ewnî diyar kir ku ew ê ti hêzeke leşkerî ji bilî pêşmergeyan li herêma Kurdistanê nepejirînin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku di malpera Bas Newsê de hatiye weşandin, di dawiya meha Temûzê de, şandeyeke hevbeş a YNK û Gorranê bi serokatiya Endamê Desteya Polîtburoya YNKê Hekîm Qadir Hemecan û Berpirsê Odeya Lêkolînên Yasayî yê Tevgera Goran Dr. Îsmaîl serdana Qendîlê kiriye û li gel berpirsên PKKê civiyane û li ser hemahengî û pêşdebirina peywendiyên xwe gotûbêj kirine.

    Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, birêveberiya PKKê di civînê de, pêşneyar kiriye ku encûmeneke hevbeş a leşkerî û siyasî di navbera her sê partiyan de damezirînin.

    Ev agahî di demeke wiha de tên ku PKKê li herêmên Silêmanî, Ranya û Pişderê xebatên xwe zêde kirine û nuqteyên kontrolê li ser sînorî danîne û "bacê" ji xelkê distîne.

    "PKK JI RÊKEFTINA YNK Û GORANÊ DILXWEŞ E"

    Herwiha hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdula, ku baskekî PKKê ye û li Silêmaniyê pir çalak e, ji rojnameya Basê re diyar kiriye, PKK ji rêkeftina Gorran û YNKê kêfxweş e û got: ‘'YNK û PKK xwedî hêzên leşkerî yên cuda ne û ew nêzîkî hev dibin û dikare encûmena leşkerî ya hevbeş di navbera wan de hebe û birêveberiya PKKê jî, ji vê kêfxweş e ku YNKê û Gorran rêkeftinek pêk aniye.''

    Ebdula axiftina xwe wiha dewam kiriye: "Çi ji me bê xwestin em amade ne ku bikin ta ku ev encûmen bê damezirandin".

    "KORDÎNASYONEKE HEVBEŞ YA GORAN, YNK Û PKKÊ GIRING E"

    Ji aliyekî din ve, Herwiha hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdulayî diyar kir ku damezirandina kordînasyoneke hevbeş di navbera Goran, YNK û PKKê de ji bo kurdan gaveke giring e. Bi taybetî ji aliyê leşkerî ve giring e."

    Herwiha Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê bizavên wiha de ragihandibû ku hêza fermî ya Kurdistanê, tenê hêzên pêşmerge ne û çi hêzên ji bilî wan ne qanûnî ne.

    Endamê birêveberê YNKê Rehberî Seyîd Brahîmî diyar kir, ti agahiyên wî di derbarê serdanê û pêşniyarên birêveberiya PKKê de tine.

    PDK: DAMEZIRANDINA ENCÛMENEKE LEŞKERÎ LI KURDISTANÊ NE RAST E

    Lê endamê birêveberiya PDKê Elî Ewnî ji rojnameya Basê re ragihand, ew li dijî encûmeke leşkerî ne ku li derveyî Hêzên Pêşmergeyan in û got: ‘'Damezrandina encûmeneke hevbeş a leşkerî beramber hêzên Kurdistanê karekî xirab e û em ê li dijî wê rawestin.''

    Bi heman mijarî:

    “Malikî soza xweseriyê ji bo Silêmaniyê da YNK-Goranê”
    YNK û Goranê piştgiriya referandûmê dikin
    YNK û Goranê endamên Desteya Hevbeş diyarkirin
    PDK ji peymana YNK û Goranê nerazî ye
    YNK û Tevgera Goranê peymanekê îmze dikin
    Kurdistan: 'PDK-YNK û Yegirtû bê Goranê hikumetê avadikin'
    Etîketan:
    Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, GORAN, PKK, Pêşmerge, YNK, PDK, Mihemed Ebdula, Elî Ewnî, Silêmaniyê, Ranya, Qendîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de