20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Şingal - Bajarê Şingalê - Alaya Kurdistanê

    Cîgirê Sekreterê YNKê bila berpirsên ketina Şengalê bên dadgehkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl Elî daxwaza ku di ketina Şengalê de kesên ku berpirsyar bûne bê lêkolînkirin û dadgeh kirin.

    Navenda Nûçeyan — Cigirê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi munasebeta duyemîn salvegera bîranîna komkujiya Şingalê de daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniyê de Kosret Resûl ragihad ku 2 sal beriya niha terorîstan û dijminên azad û pêkvejiyanê li Şingalê bi bê vîjdaniyek mezin jin, zarok û pîr û kal ên êzidiyan kuştin. Zêdetirî 3 hezar û 500 jin û zarokan jî wek dîl girtin û hemû nirxên mirovî dûr hatin xistin û bazirganiya keç û jinên êzidî hate kirin.

    Kosret Resûl got: "Gerek hemû kes bizanin ti dijmin û dagîrker nekariye û nikare gelê kurd têk bibe. Îradeya wî gelî dê hemû planan vala derxîne û piştre kurd dê biserkevin, her çi qas ku qurbaniyên me jî zêde bin."

    Resûl daxwaza ava kirina Şingalê û rizgarkirina keç û jinên kurdên Êzidî ji destê DAIŞê wê komkujiyê weke cenosîd bê naskirin.

    Bi heman mijarî:

    NY: Êzidî hîna jî weke kole tên girtin
    Cîhan îro bo jinên êzidî dê ‘bêdeng' be
    Yekitiya Jinên Şengalê: Êşa herî mezin bû para jinên êzidî
    Pîr û oldarên êzidî yên kurd cejna Çileya Havînê pîroz dikin
    Cîhan bo jinên êzidî wê ‘deqeyekê' bêdeng be!
    Etîketan:
    berpirs, ketin, bibîranîn, salveger, daxuyanî, êzidî, komkujî, DAIŞ, YNK, Kosret Resûl Elî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de