01:24 20 Tebax 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Barzanî: Em ê yek bostê ji axa Kurdistanê di destê DAIŞê de nehêlin

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Dihokê di merasîma duyemîn salvegera bîranîna Karesata Şingalê de axivî û teqez kir ku ew ê yek bosta axa Kurdistanê di bin destên DAIŞê de nehêlin.

    Duhok — Herwiha Mesûd Barzanî di vê merasîmê de dîsa teqez kir ku ew hemû axa Kurdistanê rizgar bikin û ragihand: "Soz didim ku yek bihost axa Kurdistanê di destê DAIŞê de nemîne."

    Ji aliyekî din ve, derbarê êrîşa DAIŞê ya 2014an de wiha got: Dema êrişa DAIŞê demek gelek nexweş û tal bû û ez ê ticarî wan demên nexweş ji bîr nakim"

    Barzanî da xuyakirin, ku ew dê li ser şerê li dijî DAIŞê berdewam bin û tekez kir, her kesê ku alîkarî yan çavsaxî ji DAIŞê re kiribe, dê çarenivîsa DAIŞê li benda wan jî be.

    EZ Ê XAKA BIRAYÊN XWE YÊN XIRISTIYAN JÎ AZAD BIKIM

    Herwiha serokê herêmê ji xiristiyanan re tekez kir ku wek çawa soz da êzidiyan ku xaka wan rizgar bike, ew ê xaka xirsitiyanan jî azad bike û wiha got: "Wek çawa min soz da birayên xwe yên êzidî ku em xaka wan rizgar bikin, ez soza xwe ji birayên xwe yên xiristiyan re dubare dikim ku em ê xaka wan jî di destên DAIŞê rizgar bikin".

    Bi heman mijarî:

    Terorîstên DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî Şingalê kirin
    Li Amedê ji bo zarokên Sûrê û Şingalê atolye hate lidarxistin
    Li Şingalê 30 gorên komî hatin dîtin
    Qayîmeqamê Şingalê: Me bi fermî bang li PKKê kir ku ji Şingalê derkeve!
    Japonyayê alîkarî ji Şingalê re şand
    Pêşmergeyan li Şingalê du herêm bi dest xistin!
    Barzanî: ‘Bila PKKê ji Şingalê derkeve'
    Etîketan:
    Xiristiyan, DAIŞ, Mesûd Barzanî, Duhok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de