06:37 19 Tebax 2017
Zindî
    Jina êzîdî Roza Muhamed

    Di salvegara komkujiyê de êzidî dixwazin xizmên wan werin rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Du sal berê rojek wekî îro di 3ê Tebaxê de rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî herêma Şingalê ku piranî êzdî lê niştecîbûn kir, bi sedan ji wan kuştin û bi hezaran jî bi xwe revandin.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Jineke êzdî Roza Mihemed ku ji karesata Şingalê bi zarokên xwe re bi rojan li ser çiyayan ve meşiya û ji destê DAIŞê xelas bû çîroka xelasbûna xwe ji nûçegihanê Spûtnîkê re vegot. Mihemed, dema rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî bajarê me kir, ez bi zarokên xwe re reviyam. Em bi rojan meşiyan. Dema ku ew roj tê heşê min ez xwe winda dikim. Niha di destê DAIŞê de bi sedan xizmên me hene û em dixwazin ew werin azadkirin.

    400 hezar kes ji cih û warên xwe bûn

    Piştî ku rêxistina terorîst êrişî bajarê Şingalê piraniya wan xelkê êzdî nêzî 400 hezar kesî reviyabûn çiyayê Şingalê. Bi hezaran jin û zarok dîl ketibûn destê DAIŞê û gelek jî ji terefê rêxistinê ve hatibûn kuştin. Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê ragihandibûn ku DAIŞê komkujî aniye serê êzdiyan.

    3 hezar û 764 êzdî li benda azadkirinê ne

    Hê jî di destê DAIŞê de nêzî 3 hezar û 764 êzdî hene û li benda azadkirinê ne û ev êzdiyên ku di destê DAIŞê de li bajarên wekî Telafer, Mûsil, Reqqa, Dêra Zorê, El Bab û Tabkayê têne girtin. Piraniya êzdiyên ku di destê DAIŞê de ji jin û zarokan pêk tê.

    2 hezar û 640 êzdî hatin rizgarkirin

    Heta niha 2 hezar û 640 êzdî ji destê rêxistina terorîst hatin rizgarkirin. Ji kesên rizgarbûyî 953 jin, 32 xort, 684 zarok û 757 jî qîz bûn. Kesên ku hatine rizgarkirin piraniya xizm û malbatên wan di destê DAIŞê de ne. Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) di operasyonên xwe yên Reqqayê de bi sedan û Hêzên Pêşmerge jî di operasyonên Mûsilê êzdî rizgar kirin.

    Piraniya wan li Iraq û Sûriyeyê dimînin

    Piraniya êzdiyên ku ji ber êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê reviyan li bajarên Dihokê yê Herêma Kurdistanê dijîn. Hikumeta Kurdistanê ji bo êzdiyan li Dihok û Hewlêrê kamp avakirine. ^Her wiha hinek êzdî jî li herêma Rojava li bajarên Dêrikê di kampên ku Partiya Yêkîtiya Demokratîk (PYD) de dijîn.

    Jina êzîdî li gel nûçegihanê Sputnîkê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Jina êzîdî li gel nûçegihanê Sputnîkê

    Dema keça min reviya ji terefê DAIŞê ve hat kuştin

    Jineke din a bi navê Lina Rehime got: "Di 7ê Tebaxa 2014an de em derbasî kampa Dêrikê bûn. Dema revê keçeke min ji terefê DAIŞê ve hat kuştin. Em bi gelek zahmetiyan hatin vir. Em tim di nava êş û xemginiyê de ne. Keçên me, zarokên me ji terefê DAIŞê ve hatin revandin û destdirêjî li wan kirin. Gelek keçên me ji ber destdirêjiyê xwe kuştin."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ 1400 zarokên êzîdî ji bo êrîşên xwekuj perwerde dike
    Yekîneyên leşkerî yên jinên êzîdî li dijî DAIŞê
    Yazdayê rizgarkirina jinên Êzîdî derewand
    Malbateke êzîdî li Reqqayê hat rizgarkirin
    Fermandara HSDê: Em ê jinên Êzîdî ji destên DAIŞê rizgar bikin
    HPGê 51 êzîdî ji destê DAIŞê xelas kir
    52 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn! Hejmar: 3 hezar û 878
    Etîketan:
    êzîdî, Iraq, YPG, DAIŞ, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de