02:23 18 Tebax 2017
Zindî
    Xalêd el-Ubeydî - Xaldi Ûbeydî

    Ûbeydî: Artêşa Iraqê dê xwe tev li meseleya serxwebûna Kurdistanê neke

    © AFP 2017/ Khalil Mazraawi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Wezîrê Parastinê Iraqê Xalid Ûbeydî derbarê rola pêşmergeyan di operasyona rizgarkirina Mûsilê û helwesta Artêşa Iraqê ji serxwebûna herêma Kurdistanê de axivî.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê iraqî bi televizyona Kurdistan24 re derbarê gelek mijaran de axivî û ragihand ku serokatiya pêşmergeyan diyar kiriye ku amade ye beşdarî operasyona rizgarkirina Nînewayê bibe, û hevkarî bi pêşemergeyan re di asteke bilind de ye.

    PÊDIVIYA MÛSILÊ BI PÊŞMERGEYAN HEYE

    Ûbeydî yê ku bi esilê xwe ji Mûsilê ye, derbarê operasyona rizgarkirina bajarê xwe de wiha got: "Hemû serokatiyên leşkerî yên îraqî û yên hikûmetê û ez jî wek wezîrê parastinê bawer dikin ku ji bo rizgarkirina Mûsilê pêdivî bi hevkariyeke bilind bi pêşmergeyan re heye û divê roleke pêşmergeyan di rizgarkirina Mûsilê de hene."

    Herwiha wezîrê iraqî diyar kir ku biryara hêzên beşdar di operasyona Mûsilê de, dê ji aliyê Serwezîrê Iraqê Heyder Ebadî were dayîn û di vê mijarê de hevdîtin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hîn berdewam dikin.

    Wezîrê iraqî li ser daxuyaniya Pêşmergeyan ku ew ê ji deverên rizgarkirî venekişe de wiha got: "Ez wiha difikirim ku vekirina meseleyên wiha di vê demê ne guncav e ji ber niha bal li ser Mûsilê ye".

    "SERXWEBÛN DÊ NE EWQASÎ HÊSAN Û LEZGÎN BE"

    Ji aliyekî din ve, Ûbeydî derbarê mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê de wiha got: "Ew ê ne ewqasî hêsan û lezgîn be. Heta eger birayên me yên li herêmê (Kurdistanê) biryara referandûmê serxwebûnê bidin jî, berî wê pêdiviya wan bi

    gelek gavên din heye û dem jî pêwîst e".

    Ûbeydî li ser pirsa bê gelo ihtimal heye ku Artêşa Iraqê ji bo herêmên madeya 140ê yan jî ji bo serxwebûnê êrîşî Kurdistanê bike, wiha got: "Ew ê negihêje şer û cengê li dijî birayên me yên pêşmerge. Em di artêşê de xwe dûrî nakokiyên siyasî dixin".

    Herwiha wezîrê iraqî berdewam kir: "Meselya serxwebûnê meseleyeke navxweyî ya Kurdistanê ye lê tiştê giring şerê DAIŞê ye ku êdî tehdîda cîhanê dike".

    Bi heman mijarî:

    Malbata qurbaniyê Qamişloye li ser sînorê Herêma Kurdistanê hate astengikirin
    Herêma Kurdistanê nûneriya xwe li Enqereyê vedike
    Herêma Kurdistanê 3 ton derman şandin Qamişloyê
    Amerîka: Dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye
    Zekeriya Ebdullah ji ber deynan derket derveyî Herêma Kurdistanê
    Rêvebiriya Kurdistanê: "Em ji cihên rizgarbûyî venakişin"
    Etîketan:
    têkiliyên Kurdistan û Iraqê, pêşmerge, Artêşa Iraqê, Xalid Ûbeydî, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de