11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî: Şingal birîneke kûr e

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5022

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya duyem salvegera komkujiya Şingalê peyamek weşand û ragihand ku Şingal birîneke kûr e û dê zû bi zû sax nebe.

    Hewlêr — Barzanî di daxuyaniya xwe de hevxemiya xwe bi qurabniyên komkujiya Şingalê re diyar kir û got: "Di boneya duyem salvegera kuştina giştî ya xelkê me li Şingalê û kuştina xelkê me yê êzîdî, em xwe bi rêz û hurmet li ber giyanên pak ên şehîdên wê komkujiyê ditewînin. Em vê roja reş di dîroka Kurdistanê de bi xemgînî bi bîr tînin".

    Herwiha serokwezîrî got: "Komkujiya xwişk û birayên êzîdî û yên din li herêmê birîneke kûr ku wê zû sax nebe û dê ti carî ji bîra gelê kurdistanî neçe".

    Ji aliyekî din ve, Barzanî teqez kir ku vê tawana nemirovî careke din diyar kir ku divê gelê kurdistanî bigihêje hemû mafên xwe û wiha dewam kir: "Divê gelê kurdistanî serdestiya xwe ya tekûz li ser erdê xwe bi dest xîne ta ku rê li ber tawanên wiha bigire û nehêle komkujiyên wiha li ser pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê pêk werin".

    Barzanî diyar kir ku ew her tiştê ji destê wan tê dikin ta ku hemû dîl û girtiyên êzîdî yên di destên DAIŞê de rizgar bikin û dê bixebitin ta ku Şingalê careke din ava bikin û jiyanê ji berê jî baştir bikin.

    Herwiha serwezîrê Kurdistanê teqez kir ku ew ê her bixebitin ta ku kuştina giştî ya êzîdiyan wek komkujî bê nasîn.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstên DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî Şingalê kirin
    Li Amedê ji bo zarokên Sûrê û Şingalê atolye hate lidarxistin
    Li Şingalê 30 gorên komî hatin dîtin
    Qayîmeqamê Şingalê: Me bi fermî bang li PKKê kir ku ji Şingalê derkeve!
    Japonyayê alîkarî ji Şingalê re şand
    Pêşmergeyan li Şingalê du herêm bi dest xistin!
    Barzanî: ‘Bila PKKê ji Şingalê derkeve'
    Etîketan:
    dîl, komkujî, kurd, êzîdî, DAIŞ, Nêçîrvan Barzanî, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de