13:00 21 Tebax 2017
Zindî
    Şingal - Bajarê Şingalê - Alaya Kurdistanê

    KNK: Heke ku gele Şengalê bixwaze dikarin herêmek xweser ava bikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    KNKê bi mebesta salvegera Qetlîama êzidiyan daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya KNKê de tê gotin ku, "Divê îdare, rêvebirin û parastina Şengalê li gorî xwestina gelê Şengalê be. Eger gelê Şengalê bixwaze, di nava Kurdistanê de Şengal dikare bibe herêmeke xweser."

    Navenda Nûçeyan — KNKê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, hemû derdor û hêzên ji kurdan aciz in, ji destkeftiyên kurdan ne xweş in, ji bejindana Kurdistanê bi tirs in, piştgirî dane DAIŞê û di serê van de Komara Tirkiyê heye. KNK dîsa destnîşan dike ku hemû bizav û meylên kevneperestî û nasyonalîzma erebî jî piştgirî dane DAIŞê. KNK hirweha diyar dike ku digel şîaye û li dijî DAIŞê xuya dike jî Îranê weke di êrîşa li Kurdistanê bi DAIŞê re hevniyet dibîne.

    KNK di berdewama daxuyaniya xwe di wiha dibêje: "Divê rewşa gele me yê êzidî û Şengalê bi awayekî taybet were destgirtin. Divê tedbîrên ewlekariyê bêne standin û bene xurtkirin. Divê Şengal ji nû ve bê avakirin. Divê koçberên Şengalê bene zîvirandin û li ser axa xwe bene bicîkirin. Divê îdare, rêvebirin û parastina Şengalê li gorî xwestina gelê Şengalê be. Heke ku gelê Şengalê bixwaze, di nava Kurdistanê de Şengal dikare bibe herêmeke xweser."

    Bi heman mijarî:

    Cîhan îro bo jinên êzidî dê ‘bêdeng' be
    Yekitiya Jinên Şengalê: Êşa herî mezin bû para jinên êzidî
    Pîr û oldarên êzidî yên kurd cejna Çileya Havînê pîroz dikin
    Cîhan bo jinên êzidî wê ‘deqeyekê' bêdeng be!
    Jinên Êzidî li hemberî DAIŞê şer dikin
    Etîketan:
    xweserî, êzidî, KNK, Tirkiye, Îran, DAIŞ, Şengal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de