21:39 19 Tebax 2017
Zindî
    Jineke Êzîdî û zarokên wê ji ber DAIŞê direvin

    DAIŞ 1400 zarokên êzîdî ji bo êrîşên xwekuj perwerde dike

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2401

    Berpirsyarê Nivîsgeha Rizagrkirina Êzîdiyên Revandî Hisên Qaîdî îro ragihand ku heta niha 2640 kurdên êzîdî hatine rizgarkirin lê hîn 3770 kurdên êzîdî di destên DAIŞê de ne.

    Duhok - Berpirsyarê kurd îro di daxuyaniyekê li nivîsgeha parêzgeha Duhokê diyar kir ku DAIŞê 1400 zarokên kurd ên êzîdî yên revandî perwerde kirine ta ku peywirên şerî û xwekujî pêk bînin.

    Herwiha Qaîdî diyar kir ku 400 hezar kurdên êzîdî yên ku ji Şingal û Başîqayê reviyane, di rewşeke gelekî xerab de ne û gelek ji wan bi nexweşiyên fîzîkî û derûnî ketine.

    Ji aliyekî din ve DAIŞ di 3yê Tebaxa 2014an êrîşî Şingalê kiribû û bûbû sedema koçberî, rev û mirina gelek kurdên êzîdî.

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
    Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    "Bila Şingal bi Kurdistanê ve bê girêdan"
    Parlementoya Iraqê Şingal wek navçeyeke wêrane nas kir
    ŞİNGAL - Ji bo kurdan nûçeyekê xemgîn: 13 cenaze
    ŞİNGAL - PKK: Bila rewş asayî bibe...
    Etîketan:
    êzîdî, zarokên kurdan, zarok, Nivîsgeha Rizagrkirina Êzîdiyên Revandî, Hisên Qaîdî, Kurdistan, Duhok, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de