03:06 26 Gulan 2018
Jinên Êzîdî

‘3 hezar û 500 jinên Êzîdî di destên DAIŞê de ne'

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Kar û Barê Şehîd û Enfaliyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku Iraq ji bo komkujiya Şingalê weke jenosîd bê naskirin astenge û got: "3 hezar û 600 jin û keçen Êzîdî hîna di deste DAIŞê de ne".

Navenda Nûçeyan — Li Hewlêrê Lijneya Bilind a Şopandina Dosyeya Êzidiyan li gel nûner û sefîrên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de herwiha Wezîrê Kar û Barê Şehîd û Enfaliyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmûd Hacî Salih jî amade bû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Mehmut Hacî Salih civînek çapemeniyê lidar xist. Salih got ku wan serî li Dadgeha Bilind a Ceza ya Navdewletî daye lê ji ber ku Iraqê peymana Romayê îmze nekiriye û nebûye endamê dadgehê, dadgehê jî bersiva dosyayên wan nedaye.

Wezîr Salih herwiha diyar kir ku zêdetirî 2 hezar û 500 jin û keçên Êzidî ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin û hîna jî 3 hezar û 600 di deste DAIŞê de ne.

Bi heman mijarî:

Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya Êzidiyan hewl dide ku dosya Şengalê biçe Lahê
HDP: Bila Parlamena Tirkiye qirkirina êzidiyan nas bike
Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
Heyata PYDê çû serdana Êzidiyan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 'Cejna Rojiyê' ya êzidiyan pîroz kir
Etîketan:
jin û keç, Êzidî, DAIŞ, Wezîrê Kar û Barê Şehîd û Enfaliyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Lijneya Bilind a Şopandina Dosyeya Êzidiyan, mehmûd Hacî Salih, Hewlêr, Herêma Kurdistanê, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de