08:51 26 Gulan 2018
Ala Kurdistanê

“Eger Kurdistan serbixwe bibe, Amerîka dê li dijî êrîşan wê biparêze”

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurrahmanê got ku ew wiha difikire, eger Kurdistan serxwebûnê ragihîne û rastî êrîşekê were, Amerîka dê wê biparêze.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Malpera Fermî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê de cih digire, Ebdulrehmanê wiha gotiye: "Niha siyaseta Amerîkayê ew e ku Iraq yekperçe bimîne lê ne Wezareta Derve ya Amwrîkayê ne jî Qesra Spî bi ti awayî li dijî referandûma serxwebûnê derketine lê wan bêdengî hilbijartiye. Ev bêdengî jî gelekî giring e ji ber ku bêdengî di siyaset û dîplomasiyê de barekî xwe heye."

Herwiha dîploamata kurd axiftina xwe wiha dewam kir: "Her wek çawa (Obama) di meha Tebaxa 2014an de biryar da ku terorîstan bombebaran bike ku ew jî gelekî giring bû, ez wiha bawer dikim ku di siberojê de,eger referandûm endcam da û serxwebûn hat ragihandin û Kurdistan bû bi dewlet. Eger êrîş lê were kirin, Amerîka dê wê biparêze."

Ji aliyekî din ve Ebdulrehmanê teqez kir ku ti misogerî di siyasetê de tine û wiha got: "Di meha sisiyan ya îsal de, Wezîrê Karên Derve yê AmerîkaYê (John Kerry) pesend kir ku tawanên DAIŞê li dijî herêm û êzîdiyan jenosîd in, ev jî wiha diyar dike ku Amerîka siberojê dê çav li vê herêmê be".

Bi heman mijarî:

Amerîka: Dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye
Berdevkê Wezareta Pêşmerge peymana Amerîka û Kurdistanê ji Sputnikê re nirxand
Herêma Kurdistanê û Amerîka protokola siyasî û leşkerî îmze dikin
Amerîka: Hûn bi xêr hatine deriyê Kurdistanê
Barzanî: Amerîka û Ewropa serxwebûna Kurdistanê dixwazin
Amerîka derheqê referandûma Kurdistanê de nêrînên xwe eşkere kir
Etîketan:
têkiliyên Amerîka û Kurdistanê, PDK, Obama, Beyan Samî, John Kerry, Amerîka, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de