15:49 23 Gulan 2018
    Goran

    Tevgera Goran mercên giran danîn ber PDKê

    © Foto : Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hate gotin ku Tevgera Goran razî bûye, Yûsif Mihemed wek serokê parlamentoyê li ser kar nemîne lê li hember vê şertên giran pêşkeşî PDKê kirine.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku di malper Rûdawê di dawiya meha borî de bi armanca çareserkirina krîza siyasî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên wek nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, li Silêmaniyê li gel berpirsên Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) civiyaye.

    Herwiha PDK bi berdewamî diyar dike ku ji bo pêkanîna hikûmetê rêkeftina li gel Tevgera Goran a ji bo kabîneya 8em, bidawî bûye û ew qebûl nake ku Yûsif Mihemed careke din erka serokatiya parlamentoyê pêk bîne.

    Di berdewamiya heman nûçeyê de, tê gotin ku berpirsyarekî payebilind ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, ragihandiye:

    "Yûsif Mihemed amade ye ji bo pêkanîna vê guhertinê. Lê bi şertekî. Pêwîst e heta ku yasaya hilbijartina serokatiya herêmê li parlamentoyê bikeve dengdanê Yusif Mihemed weke serokê parlamentoyê rûniştinên parlamentoyê bi rêve bibe. Sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê sîstema parlamenteriyê be. Herwiha heyama serokatiya Mesûd Barzanî ji bo salekê bê dirêjkirin û desthilatên wî bên kêmkirin. Piştî pêkanîna van guhertinan guhertina serokatiya parlamentoyê jî ji aliyê me ve ne pirsgirêk e."

    Ji aliyê din ve, rêvebera Tevgera Goran Awatê Şêx Cenab derbarê hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de got ku PDK ji vê hewldanê re dibêje înîsiyatîf, lê li gel wan, ji bilî kuştina demê, ti wateyeke din a vê hewldanê tine.

    Şêx Ceneb derbarê helwesta Tevgera Goran de jî wiha axivî:

    "Di vê demê de li ser mijara helwesta Goran gelek tişt tên gotin. Ez helwesta rast a Goran ji we re eşkere bikim; Heta ku PDK pêngavekî kirdarî neavêje, sed înîsiyatîfan pêş bixe û civînan jî bike, Goran tenê gavekê jî ji cihê xwe nalive."

    Herwiha Derbarê îddîayên ku dibêjin Tevgera Goran amade ye dest ji kursiya serokatiya parlementoyê berde, Awatê Şêx Cenab got:

    "Goran xwedanê axiftina xwe ye. Heta ku di bin serokatiya Yusif Mihemed de parlamento dest bi kar neke, ti civîn û rêkeftinên din nabin."

    Ji aliyekî din ve, berpirsekî payebilind ê YNKê jî ragihandibû ku PDKê ji wan re pêşniyar kiriye kursiya serokatiya parlamentoyê bidin YNKê, li hember vê kursiya cîgirekê serokwezîriyê jî bidin Tevgera Goran, lê YNKê ev pêşniyar red kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû: Bila Barzanî xatir ji serokatiya bixwaze!
    PDK ji peymana YNK û Goranê nerazî ye
    PDK serokê Goranê dide dadgehê
    PDK: ‘Goranê ceza bikin'
    Kurdistan: 'PDK-YNK û Yegirtû bê Goranê hikumetê avadikin'
    Mahmud: Pêşniyara PDK’ê dure ji projeya Goranê
    Goranê daxwaza hevdîtinê ya PDKê qebûl nekir
    Goran: Me biryar da ku bersiva PDKê nedin
    Etîketan:
    Têkiliyên Goran û PDKê, rêkeftin, pdk, YNK, Goran, Awatê Şêx Cenab, Mesûd Barzanî, Fûad Husên, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de