03:24 24 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê 26 terorîstên DAIŞê kuştin

    © AFP 2018/ Marwan Ibrahim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hêzên hevpeyman li bendava Mûsilê li rêxistina terorîst a DAIŞê dan, di wê êrişê de 26 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Mûsil — Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên koalisyona navneteweyî li Mûsilê li dijî çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê operasyoneke hevpar pêk anîn.

    Derheqê wê êrişê de, efserê Pêşmerge Fexrî Mixûrî li bendava Mûsilê ragihand ku çeper û baregehên hestiyar ên DAIŞê bi çekên giran hatin topbarankirin.

    Wî efserê Pêşmerge da zanîn ku di wê êrişê de herî kêm 26 çekdarên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin, wesayîtên wan hatin rûxandin û zirareke mezin dîtin.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    MÛSIL - 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Riya Mûsil-Şedadê di bin kontrola hêzên kurd de ye
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, hêzên pêşmerge, Fexrî Mixûrî, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de