21:39 21 Çile 2018
Zindî
    IŞİD, bu sabah saat 09.30 civarında Kamışlı’da PYD’ye bağlı Cizir Kantonu Savunma Bakanlığı yakınında bomba yüklü kamyonu patlattı. Şiddetli patlama sonucu çukurlar oluşurken, birçok ev ve iş yeri kullanılmaz hale geldi.

    Rayedarê PYDê: ‘Hejmara miriyê Qamişloyê dibe zêde bibe û gelek cenaze di bin enqazê dene'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li bajarê Qamişloyê ya Rojava DAIŞê bi wesayîtek bombebar kirî li teqand. Berpêrsê Buroya Xweseriya Demokratîk ya Rojava ya li Almanyayê Sîpan Îbrahîm ku li cihê êrişê bû ji ajansa Sputnikê re axivî û ragihand ku hejmara mirîyan her diçe zêde dibe û di bin enqazê de hêj welatî hene.

    Qamişlo — Rêxistina terorîst DAIŞê îro sibê saet 09:30an de li beriya avahiya Wezareta Paraatinê ya Kantona Cizîrê wesayîtek bombebarkirî teqand. Bi tûndiya teqînê li derdorê qunçalên kur çê bûn û gelek mal û kargeh jî êdî nayên emilandin.

    Herwiha di encama teqînê de gelek wesayît jî şewitîn. Hate hînbûn ku kesên jiyana xwe ji dest dane piranî welatiyên sivîlin. Ji bin avahiyên ku di encama teqînê de hilweşiyan 8 cenaze hatin derxistin û tê payîn ku hêj cenaze di bin enqazê de hene.

    Hate diyarkirin ku rêxistina terorîst DAIŞê 2 ton bombe bikar aniyê ji bo ku wesayîtê jî qamûfle bike pêz barkirine.

    ‘SIVÎL ARMANC HATIN GIRTIN'

    Berpêrsê Buroya Xweseriya Demokratîk yê Rojava ya li Almanyayê Sîpan Îbrahîm ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku hejmara miriyan zêde dibe û wiha pê de çû:

    Ji ber êriş ku li cihê bazarê hate kirin hejmara kesên sivîl ku di bûyerê de mirin zêdetir kir. Heta niha 35 kes jiyana xwe ji dest dan 150 kes jî birîndar bûne. Lê di bin enqazê de gelek welatî hene ji bo vê yekê hejmara miriyan dibe zêdetir bibe. Dibe ku di bin enqazê de birîndar jî hebin. Lêgerînên xilaskirinê berdewame. Ji bo DAIŞê cudahiya sivîl û leşkeran tine ne. li Fransayê, Iraqê û gelek cihên din welatiyên sivîl armanc hatibûn girtin. Di êrişê de hin endamên Hêzên Asayîşê jî jiyana xwe ji dest dan. Lê ji YPGê tu kes jiyana xwe ji dest nedaye.

    Bi heman mijarî:

    Iraqê komkujiya li Qamişloyê ya Kantona Cizîrê şermezar kir
    Riza Altun: Damezrandina dewleteke kurdî dê pirsgirêkan zêde bike
    Leşkerên Tirk li ser sînor ciwanekî ji Rojava kuşt
    Li paytexta Iraqê teqîn: 3 kuştî û 7 birîndar
    Etîketan:
    enqaz, bazar, zêde, teqandin, mirî, sivîl, hejmar, cenaze, terorîst, birîndar, bombe, DAIŞ, YPG, Sputnik, Sîpan Îbrahîm, Qamişlo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de