01:15 26 Îlon 2017
Zindî
    Sînorê Rojava

    Tevgera leşkerên tirk ya li ser sînorê Rojava her diçe zêde dibe

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Tevgera Artêşa tirk ya li ser sînorê Rojava û Tirkiya her diçe zêde dibe. Şêniyên gundê Bîka ya navçeya Bilbilê a Kantona Efrînê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dan.

    Efrîn — Artêşa tirk li beramberî gundê Bîka yê navçeya Bilbilê yê Kantona Efrînê li ser sînorî di navbera Rojava û Tirkiyayê de, dehqat hêzên xwe zêde kiriye, hejmara wesayîtên leşkerî û leşkeran li ser sînor zêde kirine.

    Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê hatin bidestxistin Artêşa tirk 300 metro li nav erdên gund geriya û darên gundiyan şikandine.

    Welatiyê bi navê Heval Mihemed ji şêniyên gundê Bîka ye destnîşan kir ku ew ji zaroktiya xwe de, pezê xwe li nava erdê di navbera gund û sînor de diçêrand. Lê di salên dawî de piştî ku leşkerên tirk tevgera xwe li ser zêde kirin û sekvanên wan sivîlên ku nêzî sînor dibûn hedef digirtin.

    Bi heman mijarî:

    Minbic piştî rizgar kirinê dê bi Federasyona Rojava ve bê girêdan
    Rûhanî: "Dewletên rojava ji soza xwe vegerin em ê dîsa dest bi bernameya atomî bikin"
    Muslim: Heke li Rojava du hêz hebin wê birakujî çêbibe
    Fotografên Rojava li Parlamena Ewropayê tên pêşkêşkirin
    Şaredariyên Rojava û Bakurê Sûriyê yekîtiyek ava kirin
    Etîketan:
    herêmê, çavkanî, rojava, sînor, tirk, leşker, tevdergerî, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de