08:28 26 Îlon 2017
Zindî
    Newşîrvan Mistefa

    Serokê Goranê: "Referandum û serxwebûn mafê rewa yê kurdan e"

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2811

    Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ragihand ku referandum û serxwebûn mafê gelê Kurdistanê yê rewa ye.

    Silêmanî — Civata Niştimanî ya Goranê duhî bi serokatiya Newşîrwan Mistefa li Silêmaniyê civiya. Medya nêzîk Goranê hin gotinên Mistefa yên derbarê Kurdistan û Iraqê de belav kirin.

    Hat ragihand ku Newşîrwan Mistefa ji partiyên Iraqê re gotiye: "Referandûm û serxwebûn mafê gelê Kurdistanê wê rewa ye."

    Her wiha hat gotin Mistefa di civînê de behsa rol û girîngiya lijneya hevbeş a Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

    Civata nîştimanî ya Tevgera Goran li gorî peyrewa navxweyî ya wê partiyê desthilata herî bilind e û 2 mehan carekê civînên xwe li dar dixe bo gotûbêjkirina li ser pirsên siyasî yên Herêma kurdistanê û Iraqê û rewşa navxweyî ya wê partiyê.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran wê li parlamenê li gorî yek biryarê kar bikin
    YNK û GORAN: Mesûd Barzanî birayê me yê mezin e
    YNK û Goran: Em ji Iraqê cuda nabin
    Desteya hevbeş a Goran û YNKê serdana Hizba Sosyalîst a Kurdistanê kir
    Goran: Em biryara derbarê Newşîrwan Mistefa de qebûl nakin
    Etîketan:
    YNK, Civata Niştimanî ya Goranê, Newşîrwan Mistefa, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de