01:27 26 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Rêvebiriya Kurdistanê: "Em ji cihên rizgarbûyî venakişin"

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva Wezareta Parastinê ya Iraqê da û ragihand ku ew ji navçeyên ku di dema borî de rizgar kirine, ji wan venakişin.

    Hewlêr - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Pêşmerge tenê dê ji bajarê Mûsilê vpiştî ku ew ji deste rêxistina terorîst a DAIŞê bê rizgarkirin dê vekişin. Lê Pêşmerge ji navçeyên din yên ku ji berî du salan ve rizgar kirine venakişin.

    Duhî Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa hin xalên rêkeftina di navbera Hewlêr û Washingtonê kir.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê, di rêkeftina di navbera Hewlêr û Washingtonê de hatiye gotin ku hêza Pêşmerge û leşkerên din piştî rizgarkirina navçeyên ku di proseya leşkerî ya parêzgeha Mûsilê de bi dawî bibe, dê vekişin.

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî Hêzên Pêşmerge êrişên xwekujî
    Rûsya: Em bi pêşmerge re hevkariya leşkerî dikin
    Berdevkê Wezareta Pêşmerge peymana Amerîka û Kurdistanê ji Sputnikê re nirxand
    Parlameterê brîtanî: Serokwezîra nû dê zêdetir piştgtiriya Pêşmerge bike"
    Pêşmerge: Çeperên DAIŞê ya li Şengalê hatin îmxakirin
    Etîketan:
    Valakirina cihên rigarkirî, Wezareta Parastina Iraqê, Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de