08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên Pêşmerge û leşkerên amerikî

    Ûbeydî: Em ê nehêlin Pêşmerge beşdarî operasyona Mûsilê bibin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezirê Parastina Iraqê Xalid Ûbeydî got ku ew ê nehêlin pêşmerge “beşdarî” operasyona rizgarkirina navenda bajarê Mûsilê bibin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Berevanî ya Iraqê roja Pênşemê li Washingtonê beşdarê konferansa navdewletî ya derbarê tekoşîna li dijî DAIŞê de axivî û got:"Li gel destpêkirina Operasyona Mûsilê, divê hevpeymaniya navdewletî êrîşên xwe yên esmanî yên li ser DAIŞê zêdetir bikin. Paşî di ware îstîxbarî û lojistîkî de alîkariyê bidin hêzên Iraqî."

    Ûbeydî di berdewamiya axiftina xwe de wiha got, "em ê bi pêşmergeyan re derdora bajarê Mûsilê rizgar bikin lê em ê nehêlin pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina navenda bajarî bibin".

    Herwiha wezîrê parastinê diyar kir ku Serwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi xwe dê operaysona rizgarkirina Mûsilê kordîne bike.

    Ji aliyekî din ve, Ûbeydî derbarê beşdarbûna Heşdî Şe'bî di operasyona Mûsilê de got ku ev biryar dê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bide.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe
    Mûsil - Sibeha zû êrişî Pêşmerge kirin, 10 kuştî dan
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Hêzên Pêşmerge 10 kilometro nêzî Mûsilê bûn
    Hêzên pêşmerge li Mûsilê 10 kîlometro pêşve çûn
    Etîketan:
    operasyona rizgarkirina Mûsilê, Heşdî Şe'bî, Pêşmerge, Xalid Ûbeydî, Xalid El Ûbeydî, Heyder Ebadî, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de