18:05 22 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    Kurdistanê derbarê 200 milyon dolarê ji Tirkiyeyê wergirtiye de daxuyanî da

    © Foto: Parlamentoya Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê fermî yê herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê îdiayên ku herêma Kurdistanê 200 milyon dolar ji Tirkiyeyê wergirtiye de axivî û teqez kir ku ew îdia ne deqîn in û ew pere wek deyn hatine stendin.

    Navenda Nûçeyan - Sefîn Dîzeyê di malpera fermî ya herêma Kurdistanê diyar kir ku ew nûçeyên derbarê stendina 200 milyon dolarî ji Tirkyeyê de ne deqîq in û ew pere ne 200 milyon dolar e û ji xwe wek deyn hatine wergirtin ku wê bên vegerandin. Ew pere ji bo dayîna muçeyên karmendan hatine stendin.

    Berdevkê herêma Kurdistanê axiftina xwe wiha dewam kir: "Hinardina petrolê ji meha Sibatê de, bo sê mehan rawestiyabû û herêma Kurdistanê neçar ma ku 150 milyon dolarî deyn bike ta ku muçeyên karmendên hikûmetê bide û ew ê wan pereyan vegerîne".

    Ji aliyekî din ve, Wikleaksê berî du rojan belge weşandibûn û tê de hatibû ragihandin ku herêma Kurdistanê 200 milyon dolar ji Tirkiyeyê wergirtin.

    Bi heman mijarî:

    Çaremîn deriyê sînor yê fermî di navbera Kurdistan û Kurdistana Îranê hate vekirin
    Firat: Peymana Kurdistan û Amerîkayê dê rê li ber pêkahateyeke nû li Rojavayê veke
    Sînemager Behmen Qubadî: Kurdistan ji bo min bihuşt e
    Kurdistan xeteke boriyê din ji bo bazara cihanê dikşîne
    Kurdistan û Îran li hev kir: Kurdistan wê 250 hezar warîl petrol bifroşe Îranê
    KURDISTAN – Li paytextê cezayê bidarvekirinê li 7 DAIŞiyan hat birîn
    Etîketan:
    têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê, petrol, deyn, dolar, Sefîn Dizeyî, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de