10:40 18 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Bersiva daxwaza Barzanî: Em bi Kurdistanê ve werin girêdan

© AFP 2018 /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî bi nûnerên partiyên xiristiyan û balyozê Brîtanyayê li Bexdayê civiya û teqez kir ku divê beşên li vir li ser siberoja Mûsilê li hev bikin, gelek beşan bersiva vê daxwaza Barzanî da.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku di malpera Rûdawê de cih digire, Nûnerê Xirstiyan ê Parlementoya Iraqê Josen Sleweyî, daxwaza Barzanî erênî nirxandiye.

Herwiha Sleweyî teqez kir ku hatina DAIŞê bo Mûsilê û piştgiriya beşê sunî ji DAIŞê re bû sedema kêşeyên baweriyê di nav wan beşan de.

Ji aliyekî din ve, Sleweyî teqez kir ku divê parzêgeha deşta Nînewayê bê damezirandin û wiha dewam kir: "Divê rêkeftinek bi kakayî, êzîdî, kurd û şebekan re pêk were. Divê ew parzgeha bê pêkhatin, 8 salan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de be. Dûre, ew xelk bixwaze dê tev li herêma Kurdistanê bibe, bixwaze dê tev li Iraqê bibe."

Herwiha endamê parlementoya Iraqê Salim Cuma Şebekî jî wiha axivî," divê berî operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê bike. nexşerêyeke birêveberiyê bê derxistin ku hemû beşên herêmê li ser li hev bikin."

Palementerê şebekî axiftina xwe wiha dewam kir: "1384 şehîdên me hene. Hîn hejmara şebekiyên di destên DAIŞê de 208 e û nayê zanîn bê çi hatiye serê wan. Teqez em ê li Mûsilê venegerin. Em dixwazin bi ser Kurdistanê vebin û bibin parêzgeha wê ya pêncan".

Bi heman mijarî:

MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
MÛSIL - 18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Riya Mûsil-Şedadê di bin kontrola hêzên kurd de ye
Waliyê berê yê Mûsilê: ‘Îran dixwaze bi ser Mûsil re bigihêje Sûriyayê’
Etîketan:
êzîdî, xiristiyan, şebekî, ereb, kurd, DAIŞ, daış, Josen Slewe, Salim Cuma Şebekî, Mesûd Barzanî, Nînewa, Mûsil, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de