21:59 22 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî

    KDPê îdiayên sûîkasta li hemberî Barzanî derewand

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Polîtburaya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Kemal Kerkukî ji ajansa Sputnikê re axivî û îdiayên ku li hemberî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî plana sûîkastê hatiye kirin, derewand.

    Navenda Nûçeyan — Çapameniya Iraqê îdia kiribûn ku li hemberî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî teşebusa sûîkastê hatiye kirin û Barzanî jî reviya ye. Endamê Polîtburoya KDPê Kemal Kerkukî ku nêzî Barzaniyê ji ajansa Sputnikê re wan îdiayan nirxand.

    ‘NÛÇEYÊN SÛÎKASTÊ BINIYETEK XIRAB TÊN ÇÊKIRIN'

    Li ser pirsa li hemberî Mesûd Barzanî teşebusa sûîkastê hatiye kirin an ne, Kerkukî wiha bersivand: ‘Ev îdia derewin, Barzanî niha li ser karê xwe ye. Tu xetereya jiyana Barzanî niha tine ne. Herwiha Kerkukî destnîşan kir ku ev nûçe bi niyetek xirab hatine çêkirin.'

    Kerkukî bertek nîşanê kesên ku van nûçeyan çêkirine û got: ‘Bi van yekan dixwazin ferasetek girêj derxin hole û çapameniya Iraqê jî wek derewçîn sûcdar kir.'

    ‘HÊZÊN PÊŞMERGE JÎ DÊ BEŞDARÎ OPERASYONA MÛSILÊ BIBE'

    Endamê Polîtburoyê Kemal Kerkûkî diyar kir ku amadekariya wan a ji bo rizgar kirina Mûsilê hatiye asta dawî û dê Hêzên Pêşmerge jî beşdarî operasyona rizgarinê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî rexne li Amerîkayê girt: Çima bangî kurdan bo civîna DAIŞê nakin
    Îran gef li Barzanî xwar: Emê operasyonên qirkirinê bidin destpêkirin
    Newşîrwan Mistefayî peyam ji Barzanî re şand
    Barzanî: Bila partî bêyî min bicivin!
    Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Tirkiyê pîroz kir
    Etîketan:
    sûîkat, plan, amadehî, îdia, pêşmerge, mûsil, çapamenî, rizgarkirin, nûçe, operasyon, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Kemal Kerkûkî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de