20:29 27 Gulan 2018
Nêçîrvan Barzanî

Barzanî: Niyeta Malîkî ya xêr bûya, dê bihata Hewlêr

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana Serokê Partiya D'awayê ya Iraqê Nûrî Malîkî ya Silêmaniyê de got: “Em niyeta Malîkî nizanin. Lê heger niyeteke xêrê bûya, dê bihata Hewlêrê jî.”

Hewlêr - Nêçîrvan Barzanî ku di heman demî de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye jî, di dema beşdarbûna rêûresma rêzgirtina xwendekarên yekem ên ezmûnên dibistanan li Herêma Kurdistanê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Barzanî derbarê serdana Malîkî ya ji bo Silêmaniyê diyar kir ku serdan li ser vexwendina Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) pêk hatiye.

Serokwezîr Barzanî daxuyand ku heger Nûrî Malîkî serdana Hewlêrê jî bike ew ê jî pêşwaziya wî bikin.

Herwiha serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Partiya Da'wayê Nûrî Malîkî duh gihiştibû Silêmaniyê û li gel berpirsên YNK û Tevgera Goranê civiyabû.

Ji aliyekî din ve, biryar hatibû dayîn ku Malîkî here Helebçeyê jî lê ev serdan di kêliya dawî de hatibû betalkirin.

Bi heman mijarî:

Nûrî Malikî: Êrîş encameke xwezayî ya derîvekirina li ber terorîstan e
Malikî: Em dijî referandûma serxwebûnê ne
Malikî: ‘Bila kurd ji Bexdayê bên derxistin'
Malikî: Îdama Şêx Nemir dê dawiya we bîne
Sedr, gef li Nûrî Malikî û Heşda Şebî xwarin
Malikî gef xwarin: Heta bûdceya Kurdistanê neyê kêmkirin em tevlî parlamentoyê nabin
Etîketan:
têkiliyên Kurdistan û Iraqê, GORAN, PDK, YNK, Nûrî Malikî, Nêçirvan Barzanî, Helebçe, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de